​​​​​​​Partiya Sûriya Pêşerojê êrişa li Silêmaniyê şermezar kir

Partiya Sûriya Pêşerojê êrişa dewleta Tirk a dagirker a dijî balafirgeha Silêmaniyê şermezar kir û wekî hedefgirtina hemû şêweyên destekdayîna têkoşîna li dijî terorê bi nav kir.

​​​​​​​Partiya Sûriya Pêşerojê êrişa li Silêmaniyê şermezar kir
9 nîsan, 2023   13:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Sûriya Pêşerojê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat goti ku dewleta Tirk siyasetên xwe yên dijminane ku tevahî şêweyên îstîqrariya li Sûriyeyê û herêmê red dike, dewam dike û wiha dom kir: “Dewleta Tirk tevahî destek, şêweyên aştî û ewlehiya têkoşîna li dijî terorê hedef digire. Herî dawî jî bi rêya balafireke bêmirov a biçek Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê hedef girt.”

Di daxuyaniyê êriş hat şermezarkirin û hat gotin: “Em şerê hikumeta Tirkiyeyê yê bi balafirên bêmirov, topbarana hovane û bê ser û ber, şerê klasîk ê leşkerî, şerê aborî, şerê avê, siyaseta dorpêçê û desteka şaneyên terorêst yê ji bo tunekirina projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şermezar dikin. Rêveberiya Xweser projeyek siyasî ya demokratîk e, hemû pêkhateyên civakê hembêz dike û dê ji bo hemû dosyayên bi girêk bibe çareserî.”

Partiyê di daxuyaniya xwe de bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku li dijî sûcên dewleta Tirk bi rêya qada hewayî ya Sûriye û Iraqê pêk tîne, gavên berçav biavêje, rê nede dewleta Tirk ku êrişên din djiî herêmê pêk bîne, piştgiriyê bide hemû hewldanên çareseriyê yên li gorî biryara 2254′an û biryarên navneteweyî yên têkildar.

(fr/c)