Xwepêşandana xelkê Silêmaniyê ya dijî êrişa dewleta Tirk dest pê kir

Li ser rêya Salim a bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê xwepêşandana welatiyan ya li dijî êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li ser Balefirgeha Silêmaniyê dest pê kir.

Xwepêşandana xelkê Silêmaniyê ya dijî êrişa dewleta Tirk dest pê kir
9 nîsan, 2023   12:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî banga ji bo beşdarbûna xwepêşandana li dijî êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li ser Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê, xwepêşandana welatiyan destpê kir.

Xwepêşandana ku ji rêya Salim a Silêmaniyê dest pê kiriye, wê heta Baxê Giştî berdewam bike. Di xwepêşandanê de dirûşmeyên dijî dagirker û xiyanetkaran têne berzkirin.