Civîna çaralî hat paşxistin

Balyozê Rûsyayê yê li Şamê Aleksander Yefîmov eşkere kir ku dema civîna çaralî ya wezîrên karên derve yên hikumeta Şamê, Tirkiye, Îran û Rûsyayê bo meha bê hatiye paşxistin.

Civîna çaralî hat paşxistin
9 nîsan, 2023   12:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya rojnameya El Wetan a girêdayî hikumeta Şamê, balyozê Rûsyayê yê li Şamê Aleksander Yefîmov ragihand ku civîna dihat payîn sibe (Duşemê) hatibe lidarxistin bo destpêka Gulana bê hat paşxistin. Yefîmov her wiha got, "Peywendî û şêwirên di navbera aliyên têkildar de dewam dikin heta ku encamên erênî werin bidestxistin."

Li gorî Yefîmov, pêvajoya normalîzekirina têkiliyên Sûriye û Tirkiyeyê dirêj e, di torekê tenê an gelek diyalgan de hemû dosya û pirsgirêk nayên nîqaşkirin û çareserkirin.

Roja duşema borî li Moskova civînek li ser asta cîgirên wezîrên karên derve yên Rûsya, Îran, Tirkiye û hikumeta Şamê hat lidarxistin. Civîn bi mijara normalîzekirina têkiliyên dewleta Tirk û hikumeta Şamê pêk hat.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd di hevpeyvînekê berê de gotibû, her lihevkirineke nû di navbera hikumetên Şam û Enqereyê de wê li ser hesabê gelê Sûriyeyê be.

Çiya Kurd ji rojnameya Şerq El Ewsat re got: "Di demekê de ku li gel beşdaran pîvanên eşkere yên ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê bi rêbazên siyasî tune ne, wê demê her lihevkirineke wê bi rewakirina dagirkeriya Tirk encam bide û dê armancên sexte yên Tirkiyeyê deyinin."

Bedran Çiya Kurd anî ziman ku her civîneke ku dewleta Tirk tê de beşdar bibe projeya Rêveberiya Xweser hedef dike, her wiha hewldaneke nû da ku ku Sûriyeyê ber bi şerekî navxweyî yê herî bi xwîn ve bibe.

Çiya Kurd li ser civîna dawîn a li Moskova jî got: "Ev yek di çarçoveya têkiliyên dîplomasiyê yên her du rejîman de pêk hat, da ku bi dosyayên ji bo rewşa hundirîn a dewleta Tirk aktîftir be. Civîn hewldanên ji bo desteka Erdogan û hikumeta wî ye. Ji ber rewşa hundirîn a Tirkiyeyê bi taybet di vê qonaxa hilbijartinê de dijwar e. Ev hemû civîn berdewama civînên Astanayê ne, lê li şûna komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk, hikumeta Şamê beşdar e.ʹʹ

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd got civîna çaralî windakirina demê ye.

(bb)