Çalakvan Zeyneb Zeman ji aliyê hêzên Îranê ve hat girtin

Zeyneb Zeman ku ji yek ji çalakvanên destpêkê yên Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ye, ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hat girtin û ber bi cihekî nediyar ve hat birin.

Çalakvan Zeyneb Zeman ji aliyê hêzên Îranê ve hat girtin
9 nîsan, 2023   11:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Zext û astengiyên dewleta Îranê li dijî gelên Rojhilatê Kurdistanê-Îranê berdewam dikin.

Hevjînê çalakvana femînîst Zeyneb Zeman diyar kir ku 8’ê Nîsanê hêzên dewleta Îranê bi telefonê li Zeyneb Zeman geriyane û jê xwestine ku biçe enmiyetê. Her wiha da zanîn ku Zeyneb di heman rojê de hatiye girtin û nayê zanîn ber bi ku ve hatiye birin.

Zeyneb Zeman xelkê bajarê Niyayîş ê Tehranê ye, keça stranbêja navdar a îranî Husên Zeman e ku saziyên ewlehiyê yên Îranê gazî wê kiribûn û lêpirsîn derbarê wê de hatibû vekirin.

 Zeyneb yek ji jinên yekemîn e ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê hêzên Îranê ve ji bo piştgiriya serhildanê porê xwe birîbû.

(c)