Îsraîlê dîsa êrişî başûrê Sûriyeyê kir

Artêşa Îsraîlê bi hinceta ku moşek ber bi “beşa dagirkirî” ya Colanê hatine avêtin, başûrê Sûriyeyê bombebaran kir. Lîwa El Quds êrişa li Colanê girt ser xwe.

Îsraîlê dîsa êrişî başûrê Sûriyeyê kir
9 nîsan, 2023   07:57
NAVENDA NÛÇEYAN 

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hate ragihandin ku bersiv ji êrişa bi moşekan a duh a li ser beşê desteserkirî yê herêma Colanê re hatiye dayin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, 3 moşek ji herêmeke li Sûriyeyê hatiye avêtin û bi topan û droneyekê bombebaran li wê herêmê hatiye kirin.

Çavkaniyekî leşkerî yê Sûriyeyî ji Ajansa Nûçeyan a SANA'yê re axivî ku ser bi hikumeta Şamê ve ye û êrişa Îsraîlê piştrast kir.

Çavkaniya leşkerî got, "Îro serê sibehê saet di 05:00`an de ji Colan a di bin dagirkeriya Îsraîl a dijmin de ye, êriş li ser gelek qadên li başûr hate kirin." Heman çavkaniyê diyar kir ku di êrişê de xisara madî çênebûne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî ragihand ku berbanga vê sibehê balafirên şer û dronên artêşa Îsraîlê deverên başûrê Sûriyeyê bombebaran kirin.

SOHR got, "Tabûra Radar a li gundewarê Siwêdayê ya rojava, Tûgeya 90ʹî ya nêzî sînorê Colanê yê dagirkirî yên gundewarê Quneytîrayê, Tûgeya 52ʹan a li gundewarê rojhilat ê Derayê û nuqteyên din ên li herêma Hewd El Yermûk ê gundewarê rojava yê Derayê hatin hedefkirin. Her wiha gundewarên Dera û Quneytîrayê bi obîsan hatin topbarankirin. Ji ber êrişên bejahî û hewayî ziyanên madî çêbûn. Têkildarî ziyanên mirovî heta niha agahî nehatin bidestxistin.

Koma Lîwa El Quds a Filîstînê bi daxuyaniyekê  êrişên li dijî nuqteyên Îsraîlê yên li Colanê girt ser xwe û got: "Ev êriş wekî bersiva êrişên li ser Mescid El Asayê ne."

Koma Lîwa El Quds komeke çekdar alîgirê hikumeta Şamê ye ku di 6ʹê Cotmeha 2013ʹan li Sûriyeyê bi desteka hikumeta Şamê hat avakirin.

(bb)