​​​​​​​PDK`ê avahiya KNK`ê dorpêç kiriye û nahêle ku daxuyaniyê bidin

PDK`ê dora avahiya KNK`ê ya Hewlêrê dorpêç kiriye û rê nade ku têkildarî êrişa li ser balafirgeha Silêmaniyê daxuyanî bê dayîn.

​​​​​​​PDK`ê avahiya KNK`ê dorpêç kiriye û nahêle ku daxuyaniyê bidin
9 nîsan, 2023   08:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Dihat payîn îro Kongra Newteweyî ya Kurdistan (KNK) li avahiya xwe ya Hewlêrê derbarê êrişa ser balafirxaneya Silêmaniyê de daxuyaniyek bide.

Lê li gorî nûçeya Rojnewsê, ji danê siharê ve PDK’ê derdora avahiya KNK’ê bi hêzek zêde dorpêç kiriye û rê nade ti kes bikeve avahiyê.

Asayîşa PDK’ê rê nade rojnamevanan jî ku bikevin baregehê û daxuyaniyê bişopînin.