​​​​​​​Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiye mal ji bo 2 hezar û 300 malbatan peyda kir

Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye malên yekqatî ji 2 hezar û 300 malbatan re peyda kirin ku di encama erdhejê de xesar dîtine.

​​​​​​​Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiye mal ji bo 2 hezar û 300 malbatan peyda kir
9 nîsan, 2023   03:33
HELEB-NISRÎN ŞÊXO

Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê ji bo 3 hezar malbatan malên yekqatî peyda kirin ku di encama erdheja 6 û 21`ê Sibatê de bê mal mane.

Nivîsgeha Fenî ya şaredariyê di 17`ê Sibata 2023`yan de der barê xesarên erdhejê de raporek weşand.

PEYDAKIRINA MALAN JI BO 2 HEZAR Û 300 MALBATAN.

Bi koordîneya komînên rojhilat û rojavayê taxa Şêxmeqsûd û bi erêkirina Komîteya Peyman a şaredariyê, ji bo 2 hezar û 300 malbatên ku li qatên bilind ên avahiyên rojhilatê taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiye diman, li rojavayê taxa Şêxmeqsûd mal hatin peydakirin.

Piştî wê biryarê, konên ku li kolan, park û qadên vala de hatibûn vegirtin, hatin rakirin.

Endamê Rêveberiya Komîteya Peymana û Niştecihbûnê ya şaredariyê Menan Ebdî diyar kir ku piştî erdhejê, bi koordîneya rêveberiya şaredariyê û Meclisa Giştî çareseriyek hate dîtin.

GAV

Ebdî destnîşan kir ku wan ji bo malbatên ku êdî malên wan tê de nayê jiyîn û bi hilweşînê re rû bi rû ne, mal li rojavayê taxê peyda kirin.

Ebdî destnîşankirin ku veguhastina şêniyan bi awayekî birêxistinkirî di navbera komîn û şaredariyê de pêk hat û wiha domand: “Veguhastin li gorî du gavan bû, ya yekê bi erêkirina şaredariyê û bilhevkirin komînan. Ya din peymanên nû ji bo şêniyan hatin amadekirin.”

(dm/şx)

ANHA