​​​​​​​Mînaka hunera şoreşê: Koma Agirî

Koma Agirî ya navçeya Amûdê li ser pêşniyara Rêber Abdullah Ocalan di sala 1989ʹan de hat avakirin. Kom bi çalakiyên xwe yên hunerî bûye mîrateyek ji çanda kurdî ya şoreşgerî û neteweyî.

​​​​​​​Mînaka hunera şoreşê: Koma Agirî
9 nîsan, 2023   01:41
QAMIŞLO- SOLÎN EHMÊ

Koma Agirî ya navçeya Amûdê sala 1986ʹan hat damezirandin. Kom ji 15 keç û xortên Kurd ên navçeya Amûdê û hejmarek hunermendên Koma Mehabad a wê demê pêk dihat. Kom ku li ser pêşniyara Rêber Abdullah Ocalan hat avakirin, heta niha dengê awazên wê li tevahî taxên navçeyê vedide.

Ji damezrînerê Koma Agirî hunermendê Kurd Xweşnav Hec Yûsif (56) behsa pêvajoyên destpêkê yên avakirina komê kir û got: "Ji dema ku ez zarok bûm ve ez distirêm. Lê derfet tunebû ku beşdarî tu koman bibim. Piştî ku min kadroyên Tevgera Azadiya Kurdistanê di sala 1985ʹan de dîtin û bi pêşniyara Rêber Abdullah Ocalan me Koma Agirî ava kir."

DOSTÊ HER MALBATEKE KURD E

Ji salên 80ʹî yên sedsala borî ve, berhem û bîranînên Koma Agirî bi hemû beşên xwe (Stran, govend û şano) wekî ferdek li gel her malbatek Kurd e.

Xweşnav Hec Yûsif bi hewesteke kûr distirê diyar dike ku wî ev hezkirin û hews ji endamên Tevgera Rizgariya Kurdistanê girtiye û wiha domand: "Hejmara me kêm bû, lê bone pir bûn. Ji ber vê yekê endamên komê rol di navbera hev re parve dikrin da ku em karibin hemû boneyên xwe bi coş û li gorî tê xwestin vejînin."

Koma Agirî ji siyasetên înkarkirin û nîjadperestî yên ku hikumeta Şamê  li dijî Kurdan û çanda wan dimeşand, nefilitîn. Piştî çalakiyên her boneyekê piraniya endamên komên bi dehên caran dihhatin girtin û îşekce li wan dihat kirin."

BONEYÊN NETEWEYÎ QEDEXE BÛN

Hec Yûsif bal kişand ser zextên hikumeta Şamê yên li ser komê û got: " Newroza yekemîn a ku em tê de beşdar bûn sala 1987ʹan bû. Hikumeta Şamê hewl da pêşî li me bigire, lê em çûn Eyn Dîwar ê bajarê Dêrikê û li wir me stran û şanoyên xwe bi coç pêşkêş kirin wekî ku tiştek nebûye. Di wê pîrozbahiyê de şehîd Yûsif, Elî Mesûr, Ebdulbaqî El Omerî, Mihemed Ebdo, Beşîr Mele Newaf, Mihemed Mihdî û Ehmed Remedan beşdar bûn."

Xewşnav Hec Yûsif bi bîr xist ku di wê demê de îmkanên madî li cem wan tune bûn û got: "Me hemûyan di çinîna pembo de kar dikir da ku alavên mûzîkê ji koma xwe re bikirin. Her yek ji me alîkarî dida komê."

Xweşnav Hec Yûsif her wiha bal kişand ser astengiyên ku di destpêkê de dikişandin û wiha domand: "Em fêrî girtin û siyasetên hikumeta Şamê yên li dijî me bibûn. Ev kiryar ji bo me bibû wekî rotînbûyeke salane."

NAVÊ XWE JI ÇIYAYEKÎ KURDISTANÊ

Ruxmî astegiyan û derfetên kêm, koma Agirî gelek berhemên hunerî û manewî pêşkêşî gel kirin. Di sala 1987ʹan albûma yekemîn derxist. Stranên "Bilind Apo" û "Nazê" ji stranên herî navdar ên komê ne ku gelek hunermend û koman wekî "Koma Berxwedan" gotine.

Koma Agirî heta niha 12 albûm derxitine. Piraniya stranên wê balê dikişîne ser têkoşîn û berxwedana Tevgera Rizgariya Kurdistanê û bandorên wê li doza kurdî.

Koma Agirî navê xwe ji Çiyayê Agirî yê li Bakurê Kurdistanê dike. Rêber Abdullah Ocalan ev nav da komê.

HEVDÎTINA BI RÊBER ABDULLAH OCALAN RE

Endamên Koma Agirî cara yekemîn di sala 1989ʹan de li Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz (Egîd) ya li Lubnanê bi Rêber Abdullah re hevdîtin kir. Hec Yûsif diyar kir ku wan di wê hevdîtinê de çawaniya pêşxistina hunerê li gorî pêvajoyê nîqaş kirin.

Xweşnav Hec Yûsif got: "Em difikirin ku Rêbertî ha ji xebatên me tune ye, lê dema me wî dît me nas kir ku ew xebatê me kêlî bi kêlî dişopîne û sembola rûmetê da me."

PIRSGIRÊKÊN KURDISTANÊ DI HUNERA XWE DE KOM KIRIN

Koma Agirî di hunera xwe de hemû dozên siysaî, civakî û neteweyî yê gelê Kurd îfade dike.

Endamên Koma Agirî di rêwtiya têkoşînê de berdêlên giran da. 10 endamên komên di oxira azadiya gelê Kurdistanê û serxistina doza wê de li çiyayên Kurdistanê şehîd bûn.

ŞEHÎDÊN KOMÊ

Şehîdên Koma Agirî ev in: Mihemed Ebdo, Ehmed Sadûn, Yûsif Hec Qasim (Birûsk), Bedriya Mihyedîn, Heyva Şanyaz (Dîlan), Hisên Zelfo, Hogir Fewaz Mihyedîn, Îbrahîm Sadûn, Hesen (Delîl Welat) û Hewa Sadûn (Hozan).

Bi destpêka Şoreşa 19ʹê Tîrmehê re, ji endamên damezrîner ên komê, tenê 5 kes man. Koma niha girêdayî navenda Çand û Hunerê ya Hûrî ya navçeyê û beşdarî hemû çalakiyên hunerî yên piştevaniya şoreşê dibe.

Koma Agirî perwerdeyên xwe yên dîlan, stran û şanoyan li navenda Hûrî dibînin. Hejmara endamên komê niha 40 endam in. Kom amadekariyên  Mîhrîcana Stranan a Orkêş dike ku di demeke nêzîk de wê were lidarxistin.

(bb)

ANHA