​​​​​​​Sîham Dawûd: Armanca sereke ya normalîzkirinê têkbirina Rêveberiya Xweser e

Sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser hêviyên gelê Sûriyeyê, nirxên şoreşa Sûriyeyê û veguhertina demokratîk temsîl dike. Her wiha diyar kir ku armanca normalîzekirinê, têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e.

​​​​​​​Sîham Dawûd: Armanca sereke ya normalîzkirinê têkbirina Rêveberiya Xweser e
9 nîsan, 2023   00:52
REQA-EHMED ESAF

Sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd destnîşan kir ku divê hêzên demokratîk tev li danûstandin û civînan bibin ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê têne lidarxistin. Her wiha diyar kir ku civînên vê dawiyê yên normalîzekirinê ne li gorî hêviyên gelên Sûriyeyê ne.

Di 4`ê Nîsanê de li Moskovê civîna cîgirên wezîrên karên derve yên Rûsya, Tirkiye, Sûriye û Îranê li dar ket. Di dawiya wê de daxuyaniyeke giştî hate dayîn ku Wezareta Derve ya Moskovê ragihandiye; cîgirên wezîrên karên derve di civînê de li ser domandina peywendiyan li hev kirine.

Sîham der barê de wiha axivî: “Li ser asta navneteweyî gelek civîn li dar ketin, çi li Astana yan jî Cinevê yan jî Soçiyê. Lê bi ser neketin ku aloziya Sûriye bê çareserkirin.”

Sîham îşaret bi armanca lidarxistina mîna van civînan kir û got: “Ev civîn li dijî berjewendiyên gelê Sûriyeyê ye. Aloziyê çareser nake. Pergalên her çar dewletan, pergalên aloz in. Her yek şert li aliyê din ferz dike ji bo ku berjewendiyên xwe li Rojhilata Navîn biparêze.”

Her wiha Sîham balkişand ser armanca dewleta Tirk a dagirker ji normalîzekirina bi hikumeta Şamê re û wiha anî ziman: “Bi vê hewldanê, dixwaze rewabûneke navneteweyî û qanûnê têkildarî dagirkirina axa Sûriyeyê bi dest bixe. Îran jî dixwaze hebûna xwe li Sûriyeyê xurttir bike û hikumeta Şamê di desthildatê de bimîne. Rûsya jî hewl dide ku li Rojhilata Navîn xwedî statû be.”

Bi nêrîna Sîham têkbirina projeya Rêveberiya Xweser armanca sereke ya dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê ye, ji ber ku rêveberî bûye tovika çareserkirina aloziya Sûriyeyê, hêviyên gelê wê, nirxên şoreşê û veguhertina demokratîk temîsl dike.

Der barê çareserkirina aloziya Sûriyeyê de Sîham ev nirxandin kir: “Her lihevkirinek ku aliyên wê kî dibin bila bibin û nexşerêya çareseriyê ya Sûriyeyê xêz nake û nekare xewn û hêviyên sûriyeyiyan rave bike û bi awayekî cidî aloziya wan çareser nake, batil e û di vê pêvajoyê de nekêrhatî ye.”

Sîham wiha pê de çû: “Em hêvî dikin ku diyalogeke sûrî di bin sponseriyeke cidî ya navneteweyî de li dar keve ku biryarên NY bi taybet biryara 2254 pêk bîne.”

Têkildarî vegera Sûriyeyê ji bo hemêza dewletên ereban û dê tev li civîna dewletên ereb bibe ku dê li paytexta Siûdiyê Riyadê di 19`ê Gulanê de li dar keve, Sîham got: “Rejîm bi vê şiklê xwe yê heyî nikare vegere Komkara Ereban. Divê Komkara Ereban û dewletên ereb, roleke mezin di çareserkirina aloziyê de bilîzin, li şûna ku rejîmê vedigerînin hemêza xwe.”

Sîham destnîşan wiha pê de çû: “Divê NY û rêxistinên mafên mirovan, ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê, gavên cidî biavêjin û nûnereke rewa ya hêzên demokratîk ên li ser erdê hebe ku Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û hêzên din ên siyasî be. Ev hêzên ku di civînên çareserkirina aloziyê de, demokrasiyê dikin esas.”

Sîham di dawiyê de got: “Rêveberiya Xweser çareseriya herî guncaw a aloziya Sûriyeyê ye.”

(şx)

ANHA