Li ser êrişa Silêmaniyê Talîbanî û şandeya Iraqê li hev civiyan

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî di dema pêşwazîkirina şandeya ewlekariyê ya Iraqê de got; “Çarenûsa me bi yekitî û yekgirtina me ve girêdayî ye. Nabe rê bi hin kesan were dayîn ku hevkariya biyaniyan bikin da ku ewlehiya me ya netewî têxin metirsiyê.”

Li ser êrişa Silêmaniyê Talîbanî û şandeya Iraqê li hev civiyan
8 nîsan, 2023   18:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Roj News`ê ragihand kir ku îro ji bo lêkolînkirina êrişa li ser balafirgeha Silêmaniyê, li ser biryara serokwezîrê Iraqê, şandeyeke ewlekariyê bi serokatiya şêwirmendê Asayîşa Nîştimanî ya Iraqê Qasim Erecî, her wiha bi amadebûna serokê Saziya Asayîşa Netewî Hemîd Elşetrî, serokê Saziya Dijeterora Iraqê Ebdulwehab Elsadî, cîgirê fermandariya operasyonên hevbeş Elmehêmedawî serdana Silêmaniyê kir.

Şande li Silêmaniyê li gel serokê YNK’ê Bafil Talebanî civiya. Di civînê de êrişa li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê nîqaş kir û îşaret bi parastina serweriya xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê hat kirin.

Di civînê de Bafil Talebanî got di beramberî van êrişên pêk tên de erkeke girîng dikeve ser milên serokwezîrê Iraqê û daxwaz kir ku encama lêkolînên şandeyê, rastî û sedemên êrişê ji bo raya giştî werin eşkerekirin.

Her wiha Talebanî ji şandeyê re got, çarenûsa gelên Iraqê bi yekgirtinê ve girêdayî ye û nabe rê bi hin kesan were dayîn hevkariya ji bo biyaniyan bikin û ewlehiya netewî bixin metirsiyê.

Serokê YNK’ê da zanîn ku ew bi ti awayî êrişa li ser balafirgeha Silêmaniyê qebûl nakin û got; “YNK baça helwesta neteweyî û nîştimanî dide. Em li benda yekdengiya Kurdan û aliyên siyasî bûn, lê em ne li bendê bûn ku saziyek ewlehiyê ya navxwe bibe cîbicîkarê planên biyaniyan.”

Li beramberê şêwirmendê Asayîşa Nîştimanî ya Iraqê Qasim Erecî jî got: “Siyaseta netewî û neguher a YNK’ê ji bo me cihê serbilindiyê ye. Em bi tûndî vê êrişê şermezar dikin. Em ê bi hemû rengî li dijî kiryar û tawanên li dijî xak û gelê me tên kirin rawestin.”