​​​​​​​Çeteyan li Efrînê li welatiyekî dan û pereyên pê re dizîn

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyek li kantona Efrînê revand, pereyên pê re dizîn û lê da.

​​​​​​​Çeteyan li Efrînê li welatiyekî dan û pereyên pê re dizîn
8 nîsan, 2023   17:20
ŞEHBA

Çavkaniyekî ji ajansa me re ragihand ku çeteyên Çeyş El Şerqiye yên dewleta Tirk a dagirker welatiyê bi navê Elî Mihemed Egreş (43)  êji gundê Senarê yê navçeya Şiyê revand.

Her wiha eşkere kir ku dema Elî Mihemed Egreş ji gundê Baflûrê yê navçeya Cindirêsê vedigeriya mal, çeteyan di rê de li pêşiya wî derketiye, di nava zeviyên zeytûnê re kaş kiriye û lê daye.

 Heman çavkanî destnîşan kir ku çeteyan, 3 hezar dolar û 2 hezar lîreyên tirk ên bi Egreş re dizîne û da zanîn di encama lêdanê de Egreş bi giranî di singê xwe de birîndar bûye.

 

(şx)