​​​​​​​Panorama hefteyê: Di civîna çaralî de nakokiyên Rûsya û Şamê

Li gorî rojnameyên erebî, di nêrîna Rûsya û hikumeta Şamê ya têkildarî hebûna dewleta Tirk a dagirker li Sûriyeyê de nakokî hene. Çakvnaiyên yemenî gotin, tîmeke leşkerî û ewlehî ya hevbeş a Erebistana Siûdî û Umanê wê biçe Senayê da ku bi fermandarên Hûsiyan re hevdîtinê bikin û nîşaneyên dawî yên peymana agirbestê diyar bikin.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Di civîna çaralî de nakokiyên Rûsya û Şamê
9 nîsan, 2023   04:36
NAVEND NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hefteya borî de bal kişandin ser civîna çaralî ya li Moskovayê, rewşa Yemenê û lihevkirina siyasî ya Sûdanê.

′ŞÊWIRÊN NORMALÎZEKIRINÊ DI NAVBERA ENQERE Û ŞAMÊ DE LI MOSKOVE DEST PÊ KIRIN′

Rojnameya Şerq El Ewset li ser rewşa Sûriyeyê ev tişt nivîsand: "Civîna çaralî ya li Moskovê bi beşdariya cîgirên wezîrên karên derve yên Rûsya, Sûriye, Îran û Tirkiyeyê li dar ket.

Civîn li ber çapemeniyê girtî li dar xistin. Lê ji daxuyaniyên aliyê Sûriyeyê nîşan dide ku kedên ji bo pêkanîna normalîzekirina di navbera Şam û Enqereyê de tevlihev bûn. Di heman demê de jî Rûsyayê diyar kir ku ew civîn gaveke ber bi lidarketina civîna wezîrên karên derve ye.

Civîna çaralî bêyî eşkerekirina ajandeyên diyalogê û hûrgiliyên girêdayî helwestên aliyên beşdar dest pê kir. Ruxmî şandeya Sûriyeyê beriya civînê şertên Şamê yên normalîzekirina bi Enqereyê re careke din gotin, lê aliyên dîplomatîk ên Rûsyayê girîngî neda şertên Sûriyeyê û got a girîng ji civînê ne daxuyaniyên eşkere yan jî lihevkirinê derkevin, lê belê ev civîn amadekariya civîna wezîran e û dê di demeke nêz de li dar bikeve."

JI BO AGIRBESTA LI YEMENÊ GARANTIYA SIÛDÎ-UMAN-ÎRANÊ HEYE′

Rojnameya El Ereb li ser rojeva Yemenê wiha nivîsand: "Çavkaniyên yemenî da zanîn ku komeke leşkerî ya hevbeş ji Erebistana Siûdî û Umanê dê serdana Senayê bikin, da ku bi fermandarên Hûsiyan re bicivin û nîqaşên dawîn ên li ser agirbestê bikin. Di bendên agirbestê de aliyên siyasî, ragihandin, leşkerî, têkiliyên aborî, diyaloga fireh li ser çareserkirina şerê li Yemenê hene.

Çavkaniyan diyar kir ku Riyadê di civîna wezîrê parastinê yê Siûdiyê mîr Xalid Bin Selman a li gel serok û endamên Meclisa Serokatiyê de, reşnivîsa lihevkirinê pêşkêşî Meclisa Serokatiyê kiriye. Aliyê Yemenê naveroka lihevkirinê erê kir, lê hîna metirsî û xwestekên xwe yên li ser pabendbûna Hûsiyan anîn ziman."

′ÎMZEKIRINA LIHEVKIRINA SIYASÎ YA LI SÛDANÊ HATE PAŞXISTIN′

Rojnameya El Beyan jî li ser rewşa Sûdanê wiha nivîsî: "Hevbendiya Hêzên Azadî û Guhartinê ya Sûdanê duh bi daxuyaniyekê got merasîma îmzekirina lihevkirina siyasî ya avakirina hikumeta sivîl ku welat bi rê ve bibe û ber bi hilbijartinan ve biçe, hate paşxistin.

Di daxuyaniyê de hate gotin nîqaşên li ser jinûve sazûmankirina artêşê bi erênî derbas bûn, lê bi dawî nebûn, ji lew re îmzekirina lihevkirinê hate paşxistin. Dihat payîn di 1′ê Nîsanê de ev lihevkirin bihata îmzekirin.

Di vê hefteyê de li ser soza tevlêkirina Hêzên Piştgiriya Lezgîn di artêşê de, nakokî derketin. Ew jî gavek bû ku Lihevkirina Çarçoveyê di Kanûnê de banga pêkanîna wê kiribû da ku qonaxa nû dest pê bike."