​​​​​​​Di encama dorpêçê de kehrebe tenê 2 saet li kantona Şehbayê heye

Di çarçoveya bandorên dorpêça hikumeta Şamê ya li ser kantona Şehbayê de, jenerator dê rojê tenê 2 saet kehrebe bidin şêniyan, ji ber ku nahêle sotemenî li herêmê gelek kêm bûye.

​​​​​​​Di encama dorpêçê de kehrebe tenê 2 saet li kantona Şehbayê heye
8 nîsan, 2023   16:23
ŞEHBA

Li gorî hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî ya Kantona Efrîn û Şehbayê Mihemed Şêxo, heke dorpêça hikumeta Şamê berdewam bike û sotemenî derbasî herêmê nebe, êdî piştê 2 rojan, nikarin jeneratoran pêxin.

Jenerator rojane 4 saet kehrebe didan şêniyan, lê ji ber dorpêçê deste dê saetên dayîna kehrebeyê heta 2 saetan kêm bike.

Êşên zêdetirî 200 hezar koçberên Efrînê û niştecihên Şehbayê di encama dorpêça hikumeta Şamê de didomin ku nahêle madeyên sereke derbasî kantonê bibe.

(şx)

ANHA