MSD: Êrişa li dijî Silêmaniyê têkoşîna li dijî terorê asteng dike

MSD`ê destnîşan kir ku êrişa dewleta Tirk a li dijî Silêmaniyê, bi armanca têkbirina yekitiya Iraqê ye û bang kir ku ev kiryare dijminane bê şermezarkirin ku armanc dike rola kurdan di çareseriya demokratîk de asteng bike û hewldanên têkoşîna li dijî terorê û hevkariya di navbera Iraq, Sûriye û Koalîsyona Navneteweyê de têk bibe.

MSD: Êrişa li dijî Silêmaniyê têkoşîna li dijî terorê asteng dike
8 nîsan, 2023   17:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya ku Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) têkildarî êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî balafirgeha Silêmaniyê de daye wiha hatiye gotin: “Em bi tundî ev êrişa li dijî ewlehiya Iraqê şermezar dikin. Dewleta Tirk bi vê êrişê, peymanên navneteweyî bi awayekî eşkere binpê kir.

AKP`ê ji destpêka ku gihaştiye desthilatê, hewl dide peymanên navneteweyî û têkiliyên cîrantiyê bin pê bike. Bi rêbazên ku pê destwerdana kar û barên dewletên cîran dike, gef li vîna gelan û jiyana sivîlan dixwe, azadiya wan a siyasî bin pê dike. Dewleta Tirk bi mîna van êrişan, dixwaze rê li pêşiya veguhastina demokratîk û pêkanîna çareseriya siyasî li Sûiryeyê têk bibe.

Ev êriş li dijî ewlehî û yekitiya Iraqê ye ku şirîkê sereke ya têkoşîna li dijî terorê ye,

Em bang li civaka navneteweyî dikin ku qada hewayê ya Iraq û Sûriyeyê li pêşiya êrişên dewleta Tirk a dagirker bigire. Ev kiryara dijminane û hovane şermezar bike ku hewl dide rola kurdan di çareseriya demokratîk de tune bike.

Ev êriş, hewldanên têkoşîna li dijî terorê, hevkariya di navbera Iraq, Sûriye û Koalîsyona Navneteweyî de di çarçoveya şerê li dijî rêxistina DAIŞ`ê de asteng dike.”

(şx)