​​​​​​​Di panelekê li Helebê de: Jin hestîpişta civakê ye

Meclisa Jinan a Sûriye li Helebê panelek bi navnîşan “Girîngiya xurtkirina jinan û rola wan di guhertina civakê de” li dar xist.

​​​​​​​Di panelekê li Helebê de: Jin hestîpişta civakê ye
8 nîsan, 2023   16:13
HELEB

Meclisa Jinan a Sûriye li Helebê bi armanca şîrovekirina girîngiya jinan di civakan de û nasandina dîroka wê ya dewlemend li hola Talêt Heleb a rojhilatê taxa Şêxmeqsûd panelek li dar xist. Bi dehan jin beşdarî panelê bûn.

Panel ji aliyê endama rêveberiya Meclisa Jinan a Sûriye Heyfa Hesen ve bi rê ve çû.

Dûre endama Nivîsgeha Rêxistinî ya Meclisa Jinan a Sûriye Sofiya Îsa axivî û got: “Jin di nava xwe de wateyên bilind û pêşketî dihewîne, ew jiyan, civak û hebûn e. Pê jiyan didome û pêş dikeve. Şoreşa nîyolotiyê ya li mezopotamyayê, şahida herî mezin a kefş û karîgeriyn jinan li ser wê erdê ye. Ew şoreş bi hêviyên jinan ve yên ber bi azadiyê û pêşektinê ve girêdayî ye.”

Sofiya destnîşan kir ku pêwîstiya jinan bi edalet û wekheviyê heye da ku pêş de biçe û rola xwe ya çalak biparêze û her wiha jin di hemû qadan de xurttir bibe.

XURTKIRINA ROLA JINAN DI CIVAKE DE

Di panelê de endama Rêveberiya Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinan Necla Hemzê axivî û got: “Xurtkirina jinan û nasandina rola wê ya pêşeng di guhertina civakê de, navnîşaneke kûr û girîng a vê demê ye. ”

Necle bibîr xist ku ji bo xurtkirina jinan pêwîstî bi gelek faktoran di hundirê jinan de heye û wiha domand: “Zanakirina civakê ne hêsan e. Rêxistin, meclis û saziyên jinan ên herêmên Rêveberiya Xweser bi awayekî mezin bi pêş ketin û gelek qeyd şikandin.”

Her wiha di panelê de, endama Rêveberiya Nivîsgeha Têkiliyên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Zeyneb Qenber axivî û got: “Ji bo mijara xurtkirina jinan di aliyê qanûnî de, serî pêşîn bi guhertina urf û adetan dest pê dike ku hişt em karîgeriyên jinan ji bîr bikin.”

Zeyneb wiha pê de çû: “JIn, bingeha sereke ya avakirina civakê û hestîpişta civakê wê ye. Ji ber wê, divê jin bi cesaret, di karê xwe de hişyar be ji ber ku pêşenga guhertina civakê ye.”

(şx)

ANHA