Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Cizîr û Firatê cejnên biharê pîroz kirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 2 şahiyên bi boneya cejnên biharê de li Qamişo û Kobanê got ew ê têkoşîn û berxwedana li dijî hêzên tarorîst û dagirkir dewam bikin, ewlehî û destkeftiyên civakê biparêzin.

8 nîsan, 2023   12:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya cejnên biharê (Newroz, Ekîto, Çarşema Sor û rojbûna Rêber Abdullah Ocalan) Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn du şahî li Qamişlo û Kobanê li dar xistin.

QAMIŞLO

Şahî li Yarîgeha Şehîdên 12′yê Adarê ya li Qamişloyê hate lidarxistin. Di şahiyê de bi sedan endam û fermandarên nivîsgeh, yekîne û hêzên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Cizîrê, malbatên şehîdan, nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Cizîrê, şêx û rûspiyên eşîran û Kongra Star amade bûn.

Di şahiyê de Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Cizîrê Talet Yûnis axivî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn silav kir û cejnên biharê li wan pîroz kir.

Talet Yûnis kedên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên parastina ewlehiya herêmê û civakê pîroz kir û wiha got: "Soza ku hêzên me di destpêka Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daye ku li dijî hemû êriş û tevliheviyan bisekinin hîna heta roja îro dewam dike."

Yûnis da zanîn ku wan hêzan bi ruhê fedaî û bê dudilî li dijî hemû êrişan sekinîn û gelê xwe parastin. Wan îsbat kir ku ew parastina gel dikin.

Piştî axaftinê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Cizîrê bi xelatekê kedên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Cizîrê pîroz kir.

′KEDÊN MEZIN DAN′

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Sedîqe Osman ku dayika gerîlayê şehîd Bilind e bi xêrhatina beşdaran kir, rojbûna Rêber Abdullah Ocalan û cejna Newrozê li hemû Hêzên Ewlekariya Hundirîn pîroz kir.

Sedîqe spasiya kedên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ji bo parastina ewlehiya herêmê kir û got: "Hêzên me di hemû cejan de ji bo parastina sazîû gel û zarokên xwe çek hilgirtin. Em spasiya kedên wan dikin."

Piştre komên Botan, Cudî, Hîlala Zêrîn stranên şoreşgerî gotin. Hunermendê Ereb Mueyed Şiwêş jî stranek got.

KOBANÊ

Di heman çarçoveyê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Firatê şahiyek ji endamên xwe re li dar xist.

Bi beşdariya bi sedanên endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêmê şahî li Kobanê hate lidarxistin.

Di şahiyê de endama rêveber a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Firatê Sozdar Şêxo axivî û wiha got: "Divê gelê me ji bo hêzên me ku parastina wî bi şev û roj dikin, bibe cihê hêzdayîna morale."

Sozdar wiha domand: "Hêzên me di rewşên herî zehmet de xwe îsbat kir û heta şehadetê li ber xwe da. Ji lew re em soz didin şehîdên xwe ku em ê heta dawiyê li ser şopa wan bin."

Şahî bi stran û şanoyê bi dawî bû.

(fr)

ANHA