MÎT′ê 3 kesên efrînî revandin

MÎT′ê bi beşdariya çeteyên ′Polîsên Leşkerî′ li navçeya Mabata ya Efrîna dagirkirî 3 welatî revandin. Ji revandiyan yek jin e.

MÎT′ê 3 kesên efrînî revandin
8 nîsan, 2023   11:56
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyekî ji navçeya Mabata ya Efrîna dagirkirî, Îstîxbarata dewleta Tirk (MÎT) bi beşdariya çeteyên ′Polîsên Leşkerî′ bi ser çend malên welatiyên gundê Kitix de girt û 3 welatî revandin ku yek jê jin e.

Li gorî heman çavkanî, navên revandiyan wiha ne; Cîhad Omer Heyder, Ebdu Elî Heyder û Asya Ehmed Heyder. Ew welatî bi hinceta beşdarî serhildana Cindirêsê bûne, hatin revandin.

Her wiha çavkanî diyar kir ku piştî çeteyan 250 dolar wergirt, ew revandî berdan.

MÎT′ê beriya vê yekê bi hincet û tawanên derve 3 caran Asya Ehmed Heyder revandibû. Her carê malbatê fîdye li hember serbestberdanê dida.

(fr)

ANHA