Ebdî: Erdogan ji bo planan temam bike û hilbijartinan qezenc bike aloziyan çêdike

Fermandarê Giştî yê QSD′ê Mezlûm Ebdî got, Erdogan ji bo ku planên xwe yên hundirîn û derve temam bike û di hilbijartinan de destkeftiyan bi dest bixe aloziyan diafirîne.

Ebdî: Erdogan ji bo planan temam bike û hilbijartinan qezenc bike aloziyan çêdike
8 nîsan, 2023   12:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî êrişa li dijî Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî ji ajansa me re axivî.

Mezlûm Ebdî wiha got: "Em QSD′ê, têkiliyên me bi birayên me yên YNK′ê re kevn in û em ê di rêyê de dewam bikin. Ji ber ku ev têkiliyên hevbeş di çarçoveya şerê li dijî DAIŞ′ê, pêkanîna ewlehî û îstîqrara herêmê de  dikevin xizmetî gelê me. Di vî warî de, odeyên operasyonên hevbeş ên bi çavdêriya Koalîsyona Navneteweyî, tevî hêzên Iraqê û Kurdistanê yên li dijî terorê hene, da ku em bigihînin armanca xwe ya şerê li dijî DAIŞ′ê û pêkanîna ewlehî îstîqrara herêmê. Em birayên hev in û hevalbendên hev ên siyasî ne.  ʹʹ

Ebdî anî ziman ku Erdogan vê yekê qebûl nake û li hincet û armancan digire da ku di qonaxa hilbijartinên Tirkiyeyê yên bê de destkeftiyan bi dest bixe. Mezlûm Ebdî got: "Ji lew re dewleta Tirk êriş û destwerdanên xwe yên li herêmê dewam dike da ku planên xwe yên hundirîn û derve temam bike û di hilbijartinan de bixe xizmetî xwe."

(fr)

ANHA