TEV-DEM: Êrişa li Silêmaniyê derexlaqî û tirsonak e

TEV-DEM′ê da zanîn ku êrişa li dijî Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê, hewldana têkbirina ewlehî û îstîqrarê ye û karekî tirsonak û derexlaqî ye.

TEV-DEM: Êrişa li Silêmaniyê derexlaqî û tirsonak e
8 nîsan, 2023   11:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê êrişa li dijî Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê de Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk a dagirker, di vê qonaxê de û hemwextî têkçûyîna AKP′ê ya siyasî û dîplomatîk û lawazbûna piştgiriya gel, gefên xwe li dijî gelê berxwedêr zêde dike.

TEV-DEM′ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ji ber vê yekê dewleta Tirk êrişên xwe li dijî gelê Kurd zêde kirine.

Her wiha hate gotin êrişa duh a li dijî balafirgeha Silêmaniyê hewldana têkbirina ewlehî û îstîqrara herêmê ye. Ew êriş karekî terorîstî, tirsonak, derexlaqî, derveyî peyman û qanûnên navneteweyî û binpêkirina serweriya Iraqê ye.

Di dawiya daxuyaniyê de TEV-DEM′ê êrişên li dijî Silêmaniyê bi tundî şermezar kirin.

(fr)