Alîkariyên ji Silêmaniyê hatine di demeke nêz de dê bên belavkirin

Alîkariyên ku xelkê Silêmaniyê ji bo mexdûrên erdhejê yên li Şehba û Helebê şandibûn, gihaştin herêma Şehbayê û dê di demeke nêz de li gel bên belavkirin.

Alîkariyên ji Silêmaniyê hatine di demeke nêz de dê bên belavkirin
8 nîsan, 2023   10:45
ŞEHBA

Desteya Kar Barê Civakî ya Herêma Efrînê têkildarî mijarê li depoyên genim ên li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê daxuyaniyek da ku ku beşeke alîkariyan lê hatiye bicihkirin. Hevserokê Desteya Kar û Barê Civakî Mistefa Hesen daxuyanî da.

Mistefa Hesen diyar kir ku piştî gelek hewldanan alîkariyên ji bo mexdûrên erdhejê yên li Şehba û Helebê hatine şandin, di 4`ê Nîsanê de gihaştin herêma Şehbayê û radestî Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Efrînê hatin kirin.

Hesen spasiya gelê Silêmaniyê kir û got: “Em spasiya xwişk û birayên xwe yên Kurd, her kesê ku rol lîstiye û bûye alîkar, dikin. Em spasiya Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dikin.”

Hesen da zanîn ku dema alîkarî gihaştin Şehbayê, li ser bendên kontrolê yên hikumeta Şamê hatine sekinandin û lêgerîn hatiye kirin û wiha dom kir: “Ji lew re ev 4 roj e Desteya Kar û Barên Civakî bi alîkariyan ve mijûl e, ji nava hev derdixe da ku di demên pêş de li civaka xwe belav bikin.”

Li gorî Hesen, alîkariyên hatine wergirtin li 4 depoyên li Şehbayê ku yek ji wan depoya Ehdas e, hatine bicihkirin û dê di demên pêş de li gel bên belavkirin.

Hesen di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku piştgiriya bo xelkê koçber ê Efrînê û xwecihên Şehbayê dewam bike.

Beriya mehekê xelkê Silêmaniyê alîkarî ji bo mexdûrên erdhejê yên Şehba û Helebê şandibûn lê nêzî mehekê ji aliyê hikumeta Şamê ve hatin astengkirin.

Di 4ʹê Nîsanê de Desteya Kar û Barên Mirovî ya herêma Efrînê 20 kamyonên alîkariyê di deriyê Ehdasê ê di navbera Heleb û Şehbayê de wergirtin.

(zş/c)

ANHA