​​​Siyasetmedar: Êrîşa Silêmaniyê parçeyek planek giştî ye 

Siyasetmederên li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê êrişa li ser balafirgeha Silêmaniyê şermezar kir û gotin ev êrîş planek giştî li dijî destkeftiyên gelê Kurd e.

​​​Siyasetmedar: Êrîşa Silêmaniyê parçeyek planek giştî ye 
8 nîsan, 2023   10:39
​​​​​​​QAMIŞLO

Nûnerê Kongra Netewî (KNK) yê Rojevayê Kurdistanê Silêman Îlyas û Endamê Meclisa Partiya Demokratîk PYD’ê Sîhanok Dîbo têkildarî êrîşa ku duh li dijî balafirgeha Silêmaniyê pêk hat, ji ANHA’yê re axivîn.  

Silêman Îlyas êrîş şermezar kir û xwest ku hêzên herêmî û navnetewî helwest nîşan bidin. Silêman Îlyas got: “Hêzên îro bi Kurdan re hevkariyê dikin, pêwîstê êdî helwestên xwe diyar bikin. Hêza ku li Rohilata Navîn şer kir û DAIŞ têk bir Kurd in. Bendewariya me ew e ku tine bi şermezarkirinê sînordar nemînin. Pêwîste hemû gelê me jî bi çalakiyan êrîşê şermezar bike.”

Sîhanok Dîbo jî destnîşan kir ku êrîş li dijî îradeya gelê Kurd û gelên herêmê ye, armanca wê jî tunekirina destkeftiyên gelê Kurd e.

Sîhanok Dîbo diyar kir ku ev planên biser nakevin û wiha dom kir: “Emê bi têkoşîn û biryardariya xwe vê sîyasetê vala derxînin. Em piştgiriyê didin YNK`ê û îradeya Silêmaniyê. Divê li hemberî vê êrişê helwesta hemû hêzên Iraqê û Herêma Kurdistanê hebe.”

Sîhanok Dîbo bibîr xist ku wê li Tirkiyeyê hilbijartin pêk werin, got: “Niha tengasiyekê dikişîne. Hikumeta Tikiyeyê bi van êrîşan dixwaze li herêmê tevliheviyan derxîne û bi vê yekê di hilbijartinan de biser bikeven.”

(he)

ANHA