Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku endamê wan Mistefa El Hemûd şehîd bûye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir
8 nîsan, 2023   09:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî şehadeta endamê xwe Mistefa El Hemûd daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye: “Endamê me Mistefa El Hemûd duh înê (7ʹê Nîsanê) dema erka xwe ya parastina xak û gelê xwe li bajarê Minbicê bi cih dianî, gihaşt asta şehadetê.

Navê şehîd: Mistefa El Hemûd
Navê bav: Sadiq
Navê dayikê: Emûne
Cih û dîroka tevlêbûnê: Minbic, 22.08.2017
Cih û dîroka şehadetê: Minbic, 07.04.2023

Em wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiyê ji gelê xwe û malbata şehîd Mistefa re dixwazin û bi rêz û hurmet li hember cangoriyên şehîdên xwe yên bi rûmet disekinin. Her wiha em soz didin gelê xwe ku em ê li ser xebatên xwe berdewam bin heta ku aramî û ewlehî li hemû herêmên me bi ser dikeve û herêmên xwe ji qirêjiya şaneyên çete û dijminan paqij dikin."

(bb)