Wehab Helebceyî: Piştgiriya ji bo parçeyên Kurdistanê ji bo me rûmet e

Berpirsê giştî yê Hêza Dijterorê Wehab Helebceyî li ser êrişa li ser balafirxaneya Silêmaniyê got “Wekî ku serok Mam Celal digot; alîkariya parçeyên din ên Kurdistanê ji bo me rûmetek e.”

Wehab Helebceyî: Piştgiriya ji bo parçeyên Kurdistanê ji bo me rûmet e
8 nîsan, 2023   07:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsê giştî yê Hêza Dijterorê Wehab Helebceyî ya Başûrê Kurdistanê têkildarî êrişa li ser balafirxaneya navneteweyî ya Silêmaniyê, li ser Twitterê peyamek belav kir.

Peyama Helebceyî wiha ye:

“Êrişa li Silêmaniyê ji ber helwesta wê ya neteweyî ye, tiştek ku em vêşerîn nîn e, lê madalyaya rûmetê ye û em ê li xwe bikin. Wekî ku serok Mam Celal digot, alîkariya parçeyên din ên Kurdistanê sûcdariyek e ku em red nakin û ji bo me rûmetek e.”

Duh êvarê êrişeke hewayî li nêzî balafirgeha Silêmaniyê çêbû, li gel ku heya niha tam nehatiye piştrastkirin êriş ji aliyê kê ve çêbûye jî hemû îşaret dewleta Tirk a dagirker didin nîşan. Dewleta Tirk 3’yê Nîsanê qada xwe ya hewayî li balafirên ji Silêmaniyê girtibû.