Bafil Talebanî: Êriş sûc e û binpêkirina sînorên Herêm û Iraqê ye

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî der barê êrişa ser Balefirgeha Silêmaniyê de daxuyaniyek belav kir û wiha got: “Em êrîşa li ser Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê û hewldana sterîl ên xizmetkarên biyaniyan ku armanc têkbirina ewlehiya sînorê Silêmaniyê ye, bi tundî şermezar dikin."

Bafil Talebanî: Êriş sûc e û binpêkirina sînorên Herêm û Iraqê ye
8 nîsan, 2023   06:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê(YNK) Bafil Talebanî der barê êrişa ser Balefirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê de bi daxuyaniyekê ragihand ku kiryarên tawanan û derbaskirina sînorên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi çavsaxî û serpereştiya alî û saziyên emnî ên îstîxbarata navxweyî tên kirin û wiha got: “Ne tiştekî ecêb e û dîrokeke me ya dirêj li gel heye. Lê Silêmanî û dîroka wê, Silêmanî û xelkê wê ji xeyalên vala yên partiyek mezintir û qehremantir in ku navûdengê wê xirab bikin û jiyana xelkê wê xirab bikin. Berê YNK’ê ji bo parastina yekrêzî û bidestxistina berjewendîyên bilind ên gelê me bêhna xwe didan, lê berdewam reftarên ne guncaw ên hin dezgehên ewlekarî yên partiyeke siyasî di bin siya hikûmeteke deshilatdar û serdest de, hemû sînor derbas kiriye û rewş ber bi rawestanê ve biriye.”

Serokê YNK’ê her wiha diyar kir ku ew bi Kurdbûna xwe serbilind û wiha domand: “Kurdistan di dilê me de ye û em ji bo jiyana gelê xwe rû bi rû hemû metirsiyan bûne û dibin. Xirabkirina aramiya Herêm û Silêmaniyê xeta sor e.

Di dawiya daxuyaniyê de Bafil Talebanî got: “Em careke din û bi dengekî bilind dibêjin yan Kurdistan yan neman.”