Li Tebqayê pirsgirêka avê tê çareserkirin

Yekîneya Avê ya Tebqayê amadekirina stasyona avê bi dawî kir. Hefteya bê wê stasyon were ceribandin û piştre bikeve xizmetê.

Li Tebqayê pirsgirêka avê tê çareserkirin
Li Tebqayê pirsgirêka avê tê çareserkirin
Li Tebqayê pirsgirêka avê tê çareserkirin
Li Tebqayê pirsgirêka avê tê çareserkirin
Li Tebqayê pirsgirêka avê tê çareserkirin
Li Tebqayê pirsgirêka avê tê çareserkirin
8 nîsan, 2023   06:13
TEBQA – EHDUREHMAN EL SALIH

Stasyon li aliyê çepê yê kenala Bilêx a bakurê bendava Firatê ye. Yekîneyên Avê yên Tebqayê ji destpêka sala 2023’yan de dest bi avakirina stasyonê kiribû.

Armanc ji vê projeyê ew e ku pirsgirêka kêmbûna ava vexwarinê çareser bike û avê bide nêzî 10 hezar şêniyan. Av dê ji bo bajarokê Siwêdiyê û gundên wê (Siwêdiya Biçûk, Boxemîs, Elwa, Wefa û Tenûze) bê berdan.

Di projeyê de holeke mezin a berdana avê hat avakirin, tê de 2 tûrbînên bi rêjeya 250 metrekab di her saetekê de û bilindahiya 120 metreyan hene. Her wiha xeteke sereke ji kenala Bilêx heta bi tora avê ya gundê Siwêdiya Biçûk bi dirêjiya 3 kîlometre û mezinahiya 250 mîlîmetre hat avakirin, dîsa jî generatoreke kehrebeyê bi hêza 630 kîlowat jî hat amadekirin

Hevserokê Yekîneya Avê ya Tebqayê Hemûd El Şêx got: “Ev stasyon di 3 mehan de hat avakirin û di hefteya bê de ew ê dest bi karê tecrubeyî bike, piştre dê av ji bo gundan bê berdan.ʹʹ

El Şêx wiha domand: “Stasyon li vir hat avakirin ji ber ku rêjeya avê li kenalê aram e, ne wek rêjeya avê ya gola bendava Firatê ku ji ber girtina avê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi awayekî domdar stasyon radiwestin.ʹʹ

El Şêx destnîşan kir ku stasyona nû dê pirsgirêka kêmbûna ava vexwarinê bi temamî çareser bike.

Hêjayî bibêrxistinê ye ku Yekîneya Avê ya Tebqayê xebatên xwe didomînin ku 7 tûrbînên avê guherandin û pirsgirêkên li 2 stasyonên ku av didan 9 taxan çareser kirin.

(mh)

ANHA