​​​​​​​Gelo Pûtîn hewl dide Erdogan ji têkçûyîna di hilbijartinan de rizgar bike?

Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker li gel hevrikiya opozîsyonê, li hember şerekî hilbijartinê ye. Erdogan bi gelek pirsgirêk û krîzên re rû bi rû ye ku dê derfeta serkeftina wî kêm bikin lê dosyaya Sûriyeyê ji ber desteka Rûsyayê girîngiya xwe zêdetir e.

​​​​​​​Gelo Pûtîn hewl dide Erdogan ji têkçûyîna di hilbijartinan de rizgar bike?
8 nîsan, 2023   01:41
NAVENDA NÛÇEYAN - CUMA MIHEMED

Gelo Moskov dixwaze di rojên dawîn ên Erdogan de sûdê jê wergire? Yan hewl dide wî ji têkçûyîna di Gulana bê de rizgar bike? Ev pirs li gel pêşdeçûnên dawîn ên têkildarî rewşa li Tirkiyeyê xwe didin der. Ji ber ku diyar e rewşa Tirkiyeyê di dîroka xwe ya nûjen de ber bi aliyekî din ve diçe.

Bi nêzbûna dema hilbijartinan re ku di 14′ê Gulanê de ye, rewşa serokkomarê dewleta Tirk a dagirker baş nîn e. Ji ber ku gelek doz hene ku ew bi xwe sedema wan e û bandorê li şansên wî yên serkeftinê dikin; siyaseta wî ya derve ku dewletên cîran li dijî Tirkiyeyê rakirin, rewşa hundirîn a têkildarî aborî, maf û azadiyan û zêdebûna destpotiya hikumetê.

Tevî ku tu kes nikare encamên hilbijartinên bê tehmîn bike, lê Erdogan îro li hember hevrikiyeke mezin a tifaqa 6 partiyên opozîsyonê ye û ew partî dê bi namzetekî tenê bikevin hilbijartinan. Tiştekî wiha berê li Tirkiyeyê pêk nehatiye.

RÊYA RIZGARIYÊ RÛSYA YE

Ji Erdoganê fêlbaz her tişt tê hêvîkirin û diyar e heta ragihandina fermî ya encamên hilbijartinan teslîm nabe, lê berovajî wê Erdogan êdî hîs dike ku desthilata wî diheje. Bi wê re lez kir ku zirarên wî bi xwe çêkirine, sererast bike.

Hewldana Tirkiyeyê ya sererasatkirina cihê xwe yê li herêmê û vegerandina têkiliyan bi cîranan re, bi pêşwazîkirina Erdogan a lihevkirina bi Beşar Esed re piştî şerê wekaletê û destwerdana yekser a Tirkiyeyê ji bo têkçûyîna Esad, siyaseta Tirkiyeyê ya Sûriyeyê guherî.

Rûsyayê erka navbeynkariya lihevkirin û nêzîkbûnê girt ser xwe. Bi wê re hevdîtinên ewlehiyê û îstîxbaratî dest pê kirin, dûre hevdîtinan li ser asta wezîr û cîgiran dest pê kir.

Di nîvê Adarê de, hikumeta Şamê ji hevdîtina çaralî ya li ser asta cîgirên wezîrên karên derve yên Rûsya, Tirkiye, Îran û Sûriyeyê xwe da aliyekî. Aliyên siyasî yên Sûriyeyê got divê dewleta Tirk garantiya vekişîna aktîf û lez ji Sûriyeyê bide û di şerê li dijî çeteyên Tirkiyeyê de hevkar be û divê ev yek beriya lidarxistina her civîn an jî lihevkirinekê be. Ji ber ku dê lihevkirin ji Erdogan re bibe kaxizeke erênî ji bo hilbijartinan. Aliyên siyasî got Beşar Esed naxwaze serkeftineke hêsan (belaş) bide serokê Tirkiyeyê.

Lê piştre hate diyarkirin ku ji ber zexta Rûsyayê, nûnerên hikumeta Şamê tevî sê aliyên din di rojên 3-4′ê Nîsanê de tev li civîna çaralî ya li Moskovê bûn. Di encamnameyê de hate gotin li ser berdewama şêwiran hate lihevkirin.

‘RÛSYA HEWLA ÇI DIKE?’

Niha axaftina li ser civîna çaralî ya di navbera wezîrên karên derve de tê kirin û tê payîn ew jî li Moskovê li dar bikeve. Hin raporên çapemeniyê anîn ziman ku wê di çend rojên bê de civîn li dar bikeve. Rojnameya El Weten a ji hikumeta Şamê ve nêz e ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan diyar kir Moskov got divê diyalog di navbera wezîrên karên derve ya wan 4 dewletan pêk bê. Her wiha dema civînê jî di rojên duşem û sêşema bê de diyar kirin.

Diyar e Moskov zextê dike ku her du welat li hev werin û bi israr e têkilî dewam bikin, hevdîtin li dar bikevin û encam jî piştî demeke nêz eşkere bin.

Ya balkêş, rojeva zexm a nêzîkbûna dewleta Tirk bi hikumeta Şamê re tenê beriya mehekê ya hilbijartinên Tirkiyeyê ku tu kes nikare encamên wê pêşbînin bike, pêk tê. Ev yek ne tesaduf an jî bêhesabkirin û plankirinê ye. Gelo Rûsya dixwaze Erdogan ji têkçûyîn an jî lawazbûna wî fînanse bike?

ERDOGAN SÛDWAR E

Li gorî Rûsyayê, Erdogan êdî di salên borî de bi radeyeke mezin sûd wergirt. Rêjeya pevguherîna bazirganiyê zêde bû û pê re bandora siyasî Rûsyayê li ser Tirkiyeyê çêbû. Êdî dewleta Tirk a yekemîn sûd ji hevkariyê wergirt û qezenc li erdnîgariya Sûriyeyê bi dest xist û berhem di salên dirêj ên şer de pêk anîn.

Li gorî qezencên Rûsyayê li Sûriyeyê, ne ji hevkariya dewleta Tirk bûya, ne pêkan bû. Lê ji ber ku hîna krîza Sûriyeyê bi dawî nebûye, hîna pêdiviya Moskovê bi Erdogan heye.

Erdogan ku di nava Pûtîn de ye sûdekê li Pûtîn dike û şikestinek di nava NATO′yê de çêdike. Êdî rojavayî di vê dawiyê de ji vê rastiyê bi hêrs in û vê yekê sûd ji siyaseta Rûsyayê re anî. Ger bi tiştekî hêsan be jî bandor li kapasîteyên NATO′yê yên tevgerîna lez li dijî Rûsyayê kir. Dibe ku derengmayîna tevlêbûna Swêd li NATO′yê mînaka vê yekê be.

Li kêlek wê jî aliyên Ewropa û Amerîka ji reftarên Erodgan ên der barê pabendbûna wî bi rêgezên NATO û berjewendiyên rojavayê bi hêrs in. piranî diyar dikin ku serokê Tirkiyeyê li dijî rojava parçebûnekê çêdike û Rûsya vê yekê dixwaze.

Ji ber ku nîşaneyên siyasî yên ku dê partiyên opozîsyonê di dema hilbijartinan de bi ser ketin hîna ne diyar in, bi taybet li gel girêkbûna dosyayên li ser asta herêmî û cîhanê, Rûsya dixwazin Erdogan bimîne, ji ber ku ji bo wê sûdwariyeke mezin e.

Ji berjewendiya Pûtîn e ku têkiliya xwe ya baş bi Erdogan re bimîne. Ew yek piştî tecrîdbûna Rûsyayê ya mezin a piştî şerê wê li dijî Ukraynayê ye. Lê ew yek di nava xeteriyan de ye. Ji ber ku serokê dewleta Tirk a dagirker xwedî gelek niyetan e û hîna li Sûriyeyê û dewletên din, ên ku di bin sîwana Yekitiya Sovyetê de bûn, xwedî hevrikiyeke mezin li dijî Rûsyayê ye.

(fr)

ANHA