ʹRadestkirina gerîlayan sûcekî mezin eʹ

Malbatên girtiyan nerazîbûn nîşanî radestkirina gerîlayê HPGʹê Harûn Elbak ji bo dewleta Tirk a dagirker da û got, radestkirina gerîlayan sûcekî mezin e û xiyanetek li doza Kurdan e.

ʹRadestkirina gerîlayan sûcekî mezin eʹ
8 nîsan, 2023   00:46
HELEB

Berî çend rojan komeke kes li navçeya Hezexê ya Şirnexê gerîlayê HPG’ê yê bi navê Harûn Elbak radestî dewleta Tirk a dagirker kir. Li hember vê kiryarê bertek hatin nîşandan.

ʹRADESTKIRINA GERÎLAYAN DIJMANTIYA DOZA KURDAN Eʹ

/kr/uploads/files/2023/04/07/193716_-.webp

Dayika girtiyê bi navê Selîm (Rêber) yê ku xayînan wî radestî dewleta Tirk a dagirker kiribû, Sedîqa Mamîd Reşo, destnîşan kir ku kurê wê ji nêzî 29 salan ve girtî ye, tevî ku rewşa wî ya tenduristî xerab e jî dîsa jî desthilatiya dewleta ew bernedan û heta niha di zîndanê de ye.

Sedîqa Mamîd anî ziman ku xiyaneta li gerîlayên HPG’ê dijmantî li doza Kurdan e û got: “Xiyanet û dijmantî yek in, radestkirina gerîlayên ku me diparêzin sûcekî mezin e.”

XIYANETÊ DÊ BI DAWÎ BIBE

/kr/uploads/files/2023/04/07/193700_-.webp

Aytan Reşo xwişka girtiyê bi navê Mihemed Reşo (Fuad) e yê ku di 2017’an de li bajarê Laziqiyê ji aliyê hêzên hikumeta Şamê û hin sîxurên wan ên Kurd ve hatibû girtin û ji radestî dewleta Tirk a dagirker hatibû kirin, got: “Dîrok xwe dubare dike, berî 7 salan xayînan birayê min radest kir û îro jî ew Harûn Elbak radest dikin.ʹʹ

Aytan Reşo wiha domand: “Ew çawa xwe ji bo pereyan difiroşin û xiyanetê li birayên xwe dikin? Ev kiryarên cihê şermê ye. Êdî bes e xiyanet. Divê her kesê di vê rêyê de li xwe vegere û li kêleka birayê xwe ne li dijî wî bisekine.ʹʹ

Aytan destnîşan kir ku gerîlayên HPG’ê ji bo azadiyê têdikoşin û got: “Em qebûl nakin ku aqubeta kesên mîna birayê min û Harûn Elbak ku me diparêzin girtina bi rêya xiyanetê be."

 (mh)

ANHA