​​​​​​​7 sal derbas bûn, sûcdar hîna nehatine cezakirin

Beriya 7 salan komên çete di êrişên xwe yên li ser taxa Şêxmeqsûdê de çekên kîmyewî bi kar anîn û di encamê de bi dehan kes bûn qurbanî. Heta niha hesab ji sûcdaran nehatiye pirsîn.

​​​​​​​7 sal derbas bûn, sûcdar hîna nehatine cezakirin
​​​​​​​7 sal derbas bûn, sûcdar hîna nehatine cezakirin
​​​​​​​7 sal derbas bûn, sûcdar hîna nehatine cezakirin
​​​​​​​7 sal derbas bûn, sûcdar hîna nehatine cezakirin
​​​​​​​7 sal derbas bûn, sûcdar hîna nehatine cezakirin
​​​​​​​7 sal derbas bûn, sûcdar hîna nehatine cezakirin
​​​​​​​7 sal derbas bûn, sûcdar hîna nehatine cezakirin
​​​​​​​7 sal derbas bûn, sûcdar hîna nehatine cezakirin
​​​​​​​7 sal derbas bûn, sûcdar hîna nehatine cezakirin
7 nîsan, 2023   23:39
HELEB- MIHEMED EBDO

Di sala 2016ʹan de çeteyên dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên giran ên li ser taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê de çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar anîn û sûcên şer li dijî sivîlên taxê kirin. Heta vê kêliyê hesab  ji sûcdaran nehatiye pirsîn. Rêxistinên navneteweyî wekî Rêxistina Efûyê ev sûc bi rêya axaftinên şahidên ku ziyan dîtine û wêneyên satellite belge kirin.

HÛRGULIYÊN ÊRIŞA KÎMYEWÎ

Çeteyan bi kêmanî 3 caran Şêxmeqsûdê bi madeyên jehrê topbaran kirin. Di encamê de bi dehan kes bi jehrî  ketin û hejmarek kesan jiyana xwe ji dest da.

7ʹê Adara 2016ʹan cara yekemîn bû ku tax bi madeyên kîmyewî hatibû bombekirin. Di 7ʹê Nîsana heman salê de careke duyemîn tax bi çekên kîmyewî hat topbarankirin. Cara sêyemîn jî di 8ʹê Nîsana heman salê de bû.

Çeteyên ʹCeyş El Îslamʹ yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker bi daxuyaniyekê li xwe mikur hatin ku wan çekên kîmyewî li dijî Şêxmeqûsdê bi kar anîn û serçeteyekî êrişa kîmyewî spart nêzîkatiyên ferdî.

Tevî van sûcan jî çete, di nav de Mihemed Elûş destpêka 2016ʹan beşdarî gelek civîn û hevdîtinên bi şandeya hikumeta Şamê re dibû û di sala 2015ʹan de beşdarî civîna li Riyadê bû. Piştre jî mîsyona  serkêşiya şandeyê di 3 dan û standinên Cinêvê de wergirt.

SÛCDAR BINGEHÊ ÇETEYÊN DEWLETA TIRK IN

Li gorî hin çavdêran, çeteyên ʹEniya Tirkmanʹ yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker çekên kîmyewî li dijî taxê bi kar anîn û dewleta Tirk destek pêşkêşî wan kir.

Di Nîsana 2016ʹan de dîmenek ji herêma Eyn Tel hat parvekirin. Di dîmen de diyar  dibe çeteyên ʹEniya Tirkmanʹ moşekan amade dikin da ku li dijî Şêxmeqsûdê bi kar bînin. Di heman rojê de 6 sivîl ji ber êrişê bi jehrî ketin.

Rêveberiya Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir rewşa hinek kesên ku ji ber madeyên jehrê bi bandor bûne  wiha wesif kir, konvulsîyon û germahîya laş a bilind hebûn, lerzîna laş a bê qesd û sorbûna çav li ser wan xuya bûn. Di encamê de hinekê kes xeniqîn.

Di dîmenekê din jî de bi zimanê tirkî li ser moşekan nivîsa ʹTolhildana şehîdên Stenbolêʹ hebû. Ev yek têkiliyên xurt ên di navbera çeteyan û dewleta Tirk a dagirker de îsbat dike.

Koma çete ya ʹEniya Tirkmenʹ piştre bû bingeha hejmareke komên çete yên girêdayî artêşa Tirk ên wekî ʹEl Emşatʹ (Koma Sultan Silêman Şah) û Koma ʹSutlan Murad û hemû kêmên ku nav û sembolên tirkî di sûcên xwe yên li dijî niştecihên resen ên kantona Efrîna dagirkirî de bi kar tînin.

Şervanê YPGʹê yê bi navê Cemîl Doşka ji ber êrişên kîmyewî yên li ser Şêxmeqsûdê bi bandor bû, diyar kir ku di sala 2016ʹan de komên çete hemû qanûn, pîvanên exlaqî û xetên sor derbas kirin, gihişt asta ku çekên kîmyewî bi kar bînin.

Cemîl Doşka bi bîr xist ku hedefkirina sivîlan ne normal bû û li cihekî tenê 40 guleyên obîsan ketin.

Têkildarî hûrguliyên êrişa kîmyewî Cemîl Doşka destnîşan kir ku dema wan bersiva çeteyên êrişkdar didan, li dijî wan êrişeke cuda hat kirin, pê re top dihatin teqandin û dûmana zer radibû. Her wiha diyar kir ku di encama vê yekê de de rewşên xeniqandinê çêbûn.

Şervanê YPGʹê Cemîl Doşka îşaret bi vê yekê kir ku dewleta Tirk a dagirker tevahî maf dabû çeteyan da ku çekên kîmyewî bi kar bînin. Her wiha anî ziman ku sedema sereke ya ku heta niha sûcdar nehatine cezakirin ew e ku dewleta Tirk a dagirker ev cure çek dida wan.

Li gorî wêne û dîmenên ku ji taxên rojhilat ên Helebê hatin kişandin, çeteyan madeyên amonyum û yên dîtir ên kîmyewî û mask bi dest xistine ku ji dewleta Tirk a dagirker ji wan re şandinbûn.

BÎLANÇO

Li gorî daneyên fermî yên Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, ji ber êrişên kîmweyî di 2015ʹan de jê 40 zarok û 47 jin bi giştî 150 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 970 jî birîndar bûn. Her wiha 2 hezar û 600 mal û dikan xirab bûn.

Di sala 2016ʹan de di encama êrişên domdar ên çeteyên artêşa dagirker ên li ser taxê de 200 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 600 jî birîndar bûn.

(bb)

ANHA