​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-04-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-04-2023
7 nîsan, 2023   23:00

- Beriya 7 salan komên çete di êrişên xwe yên li ser taxa Şêxmeqsûdê de çekên kîmyewî bi kar anîn û di encamê de bi dehan kes bûn qurbanî. Heta niha hesab ji sûcdaran nehatiye pirsîn. (BI WÊNE).

- Endamên saziyên sivîl bêdengiya dewleta Tirk a li hember xwesteka NY′yê ku raporekê li ser rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş bike, şermezar kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Yasir El Silêman da zanîn ku Rêveberiya Xweser bi şik û guman li civîna çaralî ya li Moskovê dinêre û got ji bilî diyaloga hemû aliyên Sûriyeyê çareyeke siyasî ne pêkan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Yekîneya Avê ya Tebqayê amadekirina stasyona avê bi dawî kir. Hefteya bê wê stasyon were ceribandin û piştre bikeve xizmetê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên girtiyan nerazîbûn nîşanî radestkirina gerîlayê HPGʹê Harûn Elbak ji bo dewleta Tirk a dagirker da û got, radestkirina gerîlayan sûcekî mezin e û xiyanetek li doza Kurdan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker li gel hevrikiya opozîsyonê, li hember şerekî hilbijartinê ye. Erdogan bi gelek pirsgirêk û krîzên re rû bi rû ye ku dê derfeta serkeftina wî kêm bikin lê dosyaya Sûriyeyê ji ber desteka Rûsyayê girîngiya xwe zêdetir e. (BI WÊNE).

-Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê di salvegera 3ʹyemîn a koça wî ya dawî de, siyasetmedar Yûsif Dîbo li parka Xwendinê ya bajarê Qamişloyê bi bîr tîne, saet 12:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji bo  endamên Hêzên Ewekariya Hundirîn ên di pîrozbahiyên meha Adarê de parastina şêniyan dikirin, şahiyek li Stada Şehîdên 12ʹê Adarê ya bajarê Qamişloyê tê lidarxistin, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Tirbespiyê sersaxiyê ji malbata şehîd Cemîl Şêx Hindî re dixwazin, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Hesekê meşekê li dar dixe, meş ji çerxerêya Nisir dest pê dike, saet 20:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Têkildarî radestkirina gerîlayê HPGʹê Harûn Elbak ji dewleta Tirk a dagirker re, Kongra Star daxuyaniyekê li Qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê dide, saet 12:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA