​​​​​​​Saziyên sivîl bêdengiya dewleta Tirk a têkildarî xwesteka NY′yê şermezar kir

Endamên saziyên sivîl bêdengiya dewleta Tirk a li hember xwesteka NY′yê ku raporekê li ser rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş bike, şermezar kir.

​​​​​​​Saziyên sivîl bêdengiya dewleta Tirk a têkildarî xwesteka NY′yê şermezar kir
8 nîsan, 2023   03:35
HELEB

Neteweyên Yekbûyî (NY) ji dewleta Tirk xwest ku di dawiya Adarê de raporekê li ser rewşa giştî û ya tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş bike, lê dewleta Tirk di vê çarçoveyê de tu gav neavêtin.

Dewleta Tirk ji zêdetirî 2 salan e tecrîdeke giran li dijî Rêber Abdullah Ocalan ferz dike, ne malbat ne jî parêzer dikarin hevdîtinê pê re bikin. Wê yekê di nava tevahî gelê Kurdistan û cîhanê de hêrsek çêkir.

Endamê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Bedran Hemo got ji bo wan meha Nîsanê girîng û dîrokî ye, ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan di Nîsanê de ji dayik bû û di dîroka Kurdan de rûpeleke nû ye.

Hemo Komploya Navneteweyî ya di 15′ê Sibata 1999′an de li dijî Rêber Abdullah pêk hatiye û tecrîda giran a li dijî wî şermezar kir û wiha domand: "Ruxmî tecrîdê, hêzên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û CPT bê deng in. Ev bêdengî dikeve xizmeta siyasî û berjewendiyên dewleta Tirk."

Hemo diyar kir ku ger Rêber Abdullah Ocalan nehata girtin dê bi rêya têgeha neteweya demokratîk, rola wî di çareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn de girîng bûya.

Li ser tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan Hemo wiha pê de çû: "2 sal derbas bûn û me tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan wernegirtine. CPT ku berpirsê vê rewşê ye, tu agahî li ser rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan neda. Tevî ku îdia dike ew serbixwe ye, lê ew amûrê siyasetên kapîtalîst e."

′EM DESTGIRÊDAYÎ NAMÎNIN′

Endamê Komîteya Lihevanînê ya taxa Şehîd Rûbar Qamişlo Aytan Reşo tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got CPT′yê heta niha bi rola xwe ranebûye.

Reşo da zanîn ku dê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê bilind bikin û wiha domand: "Divê rêxistinên têkildar mafên girtiyan biparêzin, bi taybet Rêber Abdullah Ocalan ku di tecrîdeke giran de ye. Em destgirêdayî namînin û li şop û metoda rêbertî dimeşin."

Aytan Reşo anî ziman ku NY′yê ji dewleta Tirk xwest raporekê li ser rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş bike, lê heta niha dewleta Tirk di vê çarçoveyê de tu gav neavêtine. Ev jî nîşaneya dijminatiya wê ji Rêber Abdullah Ocalan û fikrê mirovahiyê re ye.

Her wiha Aytan Reşo di dawiyê de behsa kedên Rêber Abdullah Ocalan ên ji bo azadiya jinan pêk anîne kir û wiha got: "Rêber Abdullah Ocalan ji bo jinan gelek tişt pêşkêş kirin û hişt ku gelek xebatan pêk bîne û rola xwe di her cihî de bilîze."

(fr)

ANHA