​​​​​​​Turnuveya ping pongê ya li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir

Li bajarê Kobanê bi beşdarbûna 6 tîman, turnuveya ping pongê ya jin û mêran dest pê kir.

​​​​​​​Turnuveya ping pongê ya li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir
7 nîsan, 2023   17:33
​​​​​​​KOBANÊ

Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê turunuveya ping pongê bi beşdarbûna 6 tîmên jin û mêr ên li ser asta herêmê organize kir.

Turnuve bi maça di navbera tîma herêma Firatê û tîma herêma Tebqayê de li hola werzîşê ya Şehîd Mesûd a li bajarê Kobanê dest pê kir.

Turnuve wê sê rojan dewam bike û tîmên ji Dêrazor, Efrîn, Firat, Reqa, Minbic û Tebqayê li hemberî hev bilîzin.

Di merasîmê vekirina turnuveyê de şandeyeke Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, endam û rêveberên Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê û  Yekitiya Werzîşê amade bûn.

(bb)

ANHA