​​​​​​​Li Nîjeryayê êriş:  Herî kêm 50 kes hatin qetilkirin

Hate ragihandin ku di êrişeke çekdarî ya li ser gundekî li bakurê Nîjeryayê de herî kêm 50 kes hatine qetilkirin.

​​​​​​​Li Nîjeryayê êriş:  Herî kêm 50 kes hatin qetilkirin
7 nîsan, 2023   16:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişa çekdarî li gundê Umogîd ê eyaleya Benûe pêk hat. Hat diyarkirin ku bi dehan kes ji aliyê kesên nenas ve hatine qetilkirin.

Di vê herêmê de di navbera şîvanên koçber û cotkarên xwecihî de gelek caran ji bo erd şer tê kirin.

Li gorî çavkaniyên walîtiyê, piştî êrîşê herî kêm 46 cenaze hatine dîtin. Şêwirmendê ewlehiyê ya walîtiyê Oayul Hemba di daxuyaniya AFP’ê de got, “Bi dehan kes hîna jî winda ne, dibe ku hejmara qurbaniyan zêdetir be.ʹʹ