Yasir El Silêman: Ji bilî diyaloga hemû aliyên Sûriyeyê çareyeke siyasî ne pêkan e

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Yasir El Silêman da zanîn ku Rêveberiya Xweser bi şik û guman li civîna çaralî ya li Moskovê dinêre û got ji bilî diyaloga hemû aliyên Sûriyeyê çareyeke siyasî ne pêkan e.

Yasir El Silêman: Ji bilî diyaloga hemû aliyên Sûriyeyê çareyeke siyasî ne pêkan e
8 nîsan, 2023   04:34
REQA-EHMED EL ESAF

Di vê demê dawî de tevgereke dîplomatîk û siyasî di navbera hikumeta Şamê û hin dewletên Ereban de çêbûn, her wiha di 4′ê Nîsanê de, di çarçoveya rêveçûna normalîzekirina di nava dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de civîna çaralî li Moskovê bi beşdariya cîgirên wezîrên karên derve yên Rûsya, Îran, Tirkiye û hikumeta Şamê li dar ket.

/kr/uploads/files/2023/04/07/193459_-2.webp

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Yasir El Silêman li ser vê yekê wiha got: "Di çarçoveya pêşdeçûnên li herêmê û navneteweyî de nêzîkbûna Ereban bi hikumeta Şamê re pêk tê."

El Silêman wiha domand: "Ajandeyên dewletên Ereban cuda ne. Hin dewlet ji bo berjewendiyên dualî dixwazin pişta xwe bidin rejîmê, ji lihevkirineke di mijara Sûriyeyê de metirsîdar in. Her wiha tu serkeftineke siyasî ku sûriyeyî pêk bînin, dê gefê li berjewendiyan bixwe."

′CIVÎNA ÇARALÎ REWAKIRINA DAGIRKERIYÊ YE′

Li ser civîna çaralî El Silêman wiha pê de çû: "Ev civîn dê tu encamên baş ji sûriyeyiyan re yan jî ji bo berjewendiya Sûriyeyê yan bidawîkirina trajediya Sûriyeyê pêk neyne. Ji ber ku dagirkirina xaka Sûriyeyê ji hêla dewleta Tirk ve rewa dike. Dewleta Tirk jî hewl dide herêmên din ên Sûriyeyê dagir bike. Rejîma Sûriyeyê jî parastina van herêman nake."

El Silêman diyar kir ku ji ber komploya rejîma Sûriyeyê û dewleta Tirk gelê Sûriyeyê penaber û koçber bû. Rûsya jî hewl dide berjewendiyên xwe yên fînansekirinê pêk bîne û dewlemendiyên welat ji bo xwe bi kar bîne û li gel Îranê jî siyaseta xwenêzîkkirina li dewletên Ereban heye.

′ÇARESERÎ DI RÛNIŞTINA HEMÛ ALIYAN LI SER MASEYEKÊ DE YE′

Li ser helwesta Rêveberiya Xweser ji vîna çaralî Yasir El Silêman ev yek got: "Rêveberiya Xweser bi şik û guman li nêzîkbûna Tirkiye-Sûriyeyê, civînên Rûsya-Tirkiye-Sûriye-Îranî dinêre."

El Silêman wiha dawî li gotina xwe anî: "Em bi rêya ragihandin û dîplomatan peyaman dişînin, da ku Rêveberiya Xweser jî bibe aliyekî şopîner li ser hemû lihevkirin û nêzîkbûnan. Ji ber ku Rêveberiya Xweser parçeyekî Sûriyeyê ye. Çarenûsa welat û yekitiya xaka wê xema wê ye. Ji bilî rûniştina hemû aliyan li ser maseya diyalogê, da ku kesên sûcên li dijî sûriyeyiyan kirine hesab bikin, tu çare nîn in."

(fr)

ANHA