​​​​​​​Alîkariyên xelkê Başûr ên ji bo mexdûran wê di rojên pêş de bên belavkirin

Alîkariyên ku xelkê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê û Kobanê ji mexdûrên erdhejê yê Heleb û Şehbayê re şandibûn, mehekê ji aliyê hikumeta Şamê ve hatibûn astengkirin. Aqubeta van alîkariyan çi ye?

​​​​​​​Alîkariyên xelkê Başûr ên ji bo mexdûran wê di rojên pêş de bên belavkirin
​​​​​​​Alîkariyên xelkê Başûr ên ji bo mexdûran wê di rojên pêş de bên belavkirin
​​​​​​​Alîkariyên xelkê Başûr ên ji bo mexdûran wê di rojên pêş de bên belavkirin
​​​​​​​Alîkariyên xelkê Başûr ên ji bo mexdûran wê di rojên pêş de bên belavkirin
​​​​​​​Alîkariyên xelkê Başûr ên ji bo mexdûran wê di rojên pêş de bên belavkirin
​​​​​​​Alîkariyên xelkê Başûr ên ji bo mexdûran wê di rojên pêş de bên belavkirin
6 nîsan, 2023   14:50
ŞEHBA

Beriya mehekê xelkê bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê  û Kobanê 30 kamyonên barhilgirên alîkariyê ji bo mexdûrên erdhejê yên Şehba û Helebê şandibûn. Alîkarî ji madeyên xwarinê, şîrê zarokan, cil, nivîn, derman û pêwîstiyên tenduristiyê pêk tên. Alîkarî bi rojan ji aliyê hikumeta Şamê ve hatin astengkirin.

Di 4ʹê Nîsanê de Desteya Kar û Barên Mirovî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 20 kamyonên alîkariyê di deriyê Ehdasê yê di navbera bajarên Heleb û Şehbayê de wergirtin. 10 kamyonên din ber bi taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ve hatin birêkirin.

Nûçegihanê me di vê raporê de balê dikişîne ser rewşa alîkariyên ku xelkê Silêmaniyê şandine.

Li gorî Desteya Kar û Barên Civakî alîkarî bi rêya komîn û meclisên Şehbayê wê werin belavkirin.

(bb)

ANHA