Li Baskê nîqaşên ji bo pêşxistina warê tenduristiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Şandeyeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Wekaleta Piştgiriyê ya Baskê ya herêma Baskê ya Spanyayê re li ser çawaniya pêşxistina warê tenduristiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîqaş kir.

Li Baskê nîqaşên ji bo pêşxistina warê tenduristiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
6 nîsan, 2023   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di çarçoveya serdana li ser vexwendina parlamentoya herêmên Bask û Katalonyayê, şandeya Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana wekaleta piştgiriyê ya Baskê ya herêma Baskê ya Spanyayê kir.

Şande ji hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa û nûnerê Rêveberiya Xweser li Belçîkayê Faiq Omer pêk tê.

Di nîqaşên her dualiyan de rewşa tenduristî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, çawaniya destek û pêxistina wê hatin nîqaşkirin.

Herdu aliyan lidarxistina projeyên hevbeş di navbera herêma Bask û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî nîqaş kir, da ku pergala tenduristiyê were bipêşxistin.

Li gorî malpera Daîreya Têkiliyên Derve, wekaletê diyar kir ku ew amade ye destekê bide pergala tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hevkariyê bike.

(fr)