​​​​​​​Sûcên kuştina jinan li Misir û Lubnanê-HÊVÎDAR XALID

​​​​​​​Sûcên kuştina jinan li Misir û Lubnanê-HÊVÎDAR XALID
6 nîsan, 2023   00:37

Di vê dawiyê de diyardeya kuştina jinan li gelek dewletên ereban zêde bûye. Rojek derbas nabe beyî ku nûçeyek der barê kuştina jinekê yan jî binpêkirina mafa wê çi li mal yan jî li kolanê yan jî li cihê kar yan jî li cihên giştî, belav dibe. Piraniya pêkanînerên wan sûcan, îdia dikin ku qaşo di bin navê şerefê de ev sûc pêk anîne. Lê sedema sereke ya belavbûna van sûcan, zihniyeta baviksalarî ye ku kuştina jinan, berdewamiya mayîn xwe dibîne.

Gelek sedemên kuştina jinan li dewletên ereban bi taybetî  li Misr û Lubnanê hene. Helbet em ê wan sedeman bînin ziman û wan bi hûrbînî analîze bikin da ku bingeha mijara tundiya li ser jinan eşkere bibe û çima ewqas bêdengî li hember mîna van bûyeran heye.

Yek ji sedemên sereke yên kuştina jinan tevna civakî û çandî ya li gor adetan e ku hişmendiya baviksalarî bingeha wê ye. Di encamê de mixabin bi awayekî qanûnî tundî lê tê meşandin. Carekê di bin navê urd û adetan de û carekê di bi navê ol û şerîetê de tê kuştin. Bi vî awayeî bûyer dîlgirtiya qalibên helal û heramiyê û teorî û têgînên eyb û şermê. 

Tundiya li ser jinan ne tiştekî nû ye. Bi rêbazên cuda her tim hemû cureyên tundiya bedenî û derûnê, aborî û manewî li sert ê meşandin. Di encamê de bi dilê wê be jî ku bertek nîşan bide. Lê ya nû di piraniya bûyerên kuştin de ku hema bêje rojane li Misir û Lubnanê pêk tên, ew e ku jin tê tawanbarkirin ku wê hiştiye ev sûc pêk were. Ji ber ku qaşo guh nedaye gotinên hevjînê xwe, yan jî bi tenê di derengiya şevê de ji mal derketiye, malbata xwe agahdar nekiriye ku dê dereng vegere mal. Di bûyerên kuştinê de bi gelemperî tê kuştin ji ber ku zewca bi kesekî re qebûl nekiriye. Yan jî xwe dikuje û bi dehan mînakên van bûyeran hene.

Lê mixabin çapemeniya desthilatê ya dewletên ereban propagandaya van bûyeran dike û rastiyê berovajî dike. Ev desthilat di teşhîrkirina jinan û têkoşîna wan de, qadekê ji bo dijbertiya jinan û doz bike dibîne. Her wiha têkoşîn û hewldanên wê dike hedef. Yanî dixwaze rola wê ya pêşeng di civakê de tune bike. Ziman, têgeh û gotinên ku çapemenî li dijî jinan bi kar tîne, rola jinan kêm dike. Bi gelemperî li dijî wê ye û dîmeneke nerast der barê cewhera wê de rave dike.

Di gelek raporên çapemeniyê de pirî caran, bûyerên kuştinê wek binpêkirinek li dijî taybetmendiya jinan tên bi bîr xistin. Lê di heman demê de çapemenî, pesna rola mêran dike ku şerefa xwe parast an jî bê qest ev bûyer pêk aniye ji ber ku di aliyê derûnî de nexweş e. Her wiha gelek bihaniyên din ên bê wate ji kiryara wî re dibîne. Tenê ji bo ku mêr wekî ku aliyê rast e nîşan bide û dîmenê jinan reş bike û tişta hatî serê wê heq kiriye nexasim di sûcên destdirêjiyê û kuştinê de. 

Berî çend rojan li Lubnanê jineke ciwan bi navê Zeyneb Ziêter (26) bi destê hevjînê xwe ve li ber çavên zarokên xwe hate kuştin. Li hember vê bûyerê bertekên tune hatin nîşandan ku banga rawestandina sûcên tundiyê li dijî jinan hat kirin. Lê tiştek nebû çarenûsa doza Zeynebê mîna bi sedan keçên din e, kujerê xwe veşartiye û nayê girtin. Lê ya herî bi êş, hiceta kuştinê ew e ku di telefona wê de wêneyên wê hene ku şerp nekiriye serê xwe. Gelo ev çi sûc e! Bi vê hicetê birayê wê di dîmenekê de dibêje ku wî dixwest xwişka xwe bikuje! Mirov li hember vê rastiyê şaş dibîne. Li hember daxwaza birayekî ku xwişka xwe bikuje, tu gotin namînin. Çima ji ber ku wêneyeke xwe bê şerp bi telefona xwe kişandiye.

Li Misirê jî bûyerên mîna li Lubnanê rû didin. Di vê dawiyê de kuştina jinan zêde bûye. Li herêma El Cîze bûyereke kuştinê ya hovane pêk hat. Kehrebezanekî hevjîna xwe di malê de bi kêrê kuşt. 

Bêguman, di çarçoveya van sûc û binpêkirinan de, xebatek ji aliyê rêxistinên jinan ve divê. Ji bo ku jin tundiya li ser tê meşandin, tune bike. Her wiha pêwîstî bi hewldanekê ji aliyê hikumetê û rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên jinan heye ku rê li pêşiya vê diyardeyê bigirin.

Tevî ku gelek dewletên ereban qanûnên der barê parastina jinan ji tundiyê de derxistine, lê dîsa jî ew dewlet heta niha jinan heta asteke baş naparêzin; ji ber ku çareseriya bingehîn divê ji guhertina hişmendî û çanda belavbûyî ve dest pê bike, ne ji derxistina qanûnan. Helbet çareseriyeke wiha ya bingehîn gelek dem pê pêwîst dike lê belê ew gelek girîng e; ji ber ku eger rewş wiha bimîne dê bûyerên kuştin û tundiyê her biçin zêdetir bibin. Weke ku tê zanîn ev sûc, tenê yên ku li ser çapemeniyê tên behskirin. Lê bi hezaran sûc dûrî çapemenî û ragihandinê tên pêkanîn û jinên ereb qurban in.

(mh/şx)