ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 6-4-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 6-4-2023
5 nîsan, 2023   23:00

Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê bêdengiya navneteweyî li hember tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan Şermezar kir û fikrê wî bi meşaleya ronahiyê bi nav kir ku rêya li pêş gelên bindest ronî dike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêkanîna sûcan li dijî şêniyên kantona Efrînê didomînin. Di Adarê de çeteyan komkujiyek li Cindirêsê pêk anî ku di encamê de 4 welatî ji heman malbatê şehîd bûn, jineke ducanî qetil kir. Her wiha êzidî bi zorê misliman kir.

Rûsya hêvî dike ku hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker li hev werin ji ber ku difikire heke normalîzekirin pêk were, dê Erdogan di hilbijartinan de bi ser keve.

Di vê dawiyê de diyardeya kuştina jinan li gelek dewletên ereban zêde bûye. Rojek derbas nabe beyî ku nûçeyek der barê kuştina jinekê yan jî binpêkirina mafa wê çi li mal yan jî li kolanê yan jî li cihê kar yan jî li cihên giştî, belav dibe. Piraniya pêkanînerên wan sûcan, îdia dikin ku qaşo di bin navê şerefê de ev sûc pêk anîne. Lê sedema sereke ya belavbûna van sûcan, zihniyeta baviksalarî ye ku kuştina jinan, berdewamiya mayîn xwe dibîne.

Ji berpirsên projeya avahiya Zanîngeha Rojava Roza Mûsa rûpîvan, cih û detayên projeyê ji ajansa me re eşkere kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Qamişlo sersaxî didin malbata şehîd Îbrahîm Mihemed û Mistefa Mihemed ku merasîma sersaxiyê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a Qamişlo saet di 10:00`an de li dar dikeve. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA