​​​​​​​Eşîrên ereb banga bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan kirin

Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê bêdengiya navneteweyî li hember tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan Şermezar kir û fikrê wî bi meşaleya ronahiyê bi nav kir ku rêya li pêş gelên bindest ronî dike.

​​​​​​​Eşîrên ereb banga bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan kirin
6 nîsan, 2023   01:52
REQA- ENES MIHEMED

Dewleta Tirk tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye û tevahî qanûnên navnetweyî bin pê dike. Li aliyekî din rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navnetweyî û CPT'ê û Rêxistinên Mafên Mirovan li hember vê tecrîdê bêdeng in.

Rûspiyê eşîra El Welde Yusif El Esad diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hertim banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin.

El Esad destnîşan kir Rêber Abdullah Ocalan siyastmedar e û ji bo demokrasiyê, rizgarkirina cîhanê ji bindestiyê û pêkanîna azadiya her kesî, tê dikoşe.

El Esad da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan rêberekî mezin e û yek ji sembolên cîhanê ye û wiha domand: “Ez li hember bêdengiya NY`yê şaş mame. Çima bêdeng in û tu helwestekê li hember kiryarên dewleta Tirk a dagirker nîşan nade?”

RÊBER ABDULLAH OCALAN RONAKBÎR Û FÎLOZOFEKÎ NAVNETEWYÎ YE

Şêx eşîra El Elî, Remedan El Rehal pesna rola Rêber Abdullah Ocalan di pêkanîna edalet û wekheviyê de da û got:" Rêber Abdullah Ocalan ronakbîr û fîlozofekî navneteweyî ye û edalet, wekhevî û şoreşa li dijî zor û desthildariyê û piştgiriya gelên bindest esasa teoriyên wî.”

Remedan wiha domand:”Rêber Abdullah Ocalan çi kiriye? Tenê ji ber ku banga edalet, azadî û wekhefiyê dike, dewletên komploger jê ditirsin. Ew banga azadiya hemû pêkhateyan dike. Piraniya gelan fikr û têkoşîna wî ji xwe re kiriye bingeh.”

Remedan diyar kir ku bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji terorê rizgar bû û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ava bû ku ji ciwanên pêkhateyên herêmê pêk tê.

Remedan El Rehal fikrê Rêber Abdullah Ocalan bi meşaleya ronahiyê wesifand ku rê li pêş gelên bindest ronî dike.

(dm/şx)

ANHA