Li Efrînê 2 jê zarok 4 welatî hatin revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 4 welatî ku 2 ji wan zarok in revandin.

Li Efrînê 2 jê zarok 4 welatî hatin revandin
3 nîsan, 2023   12:11
ŞEHBA

Çavkaniyên xwecih ji Efrînê ragihandin ku çeteyên “Polîsên Leşkerî” yên dewleta Tirk a dagirker li ser rêya navçeya Raco 4 welatî ku 2 ji wan zarok in, revandine.

Navên kesên hatine revandin wiha ne: Şêxo Luqman Hemo (24), Mihemed Luqman Hemo (15), Şêxo Ferhad Hemo (15) û Xelîl Idirîs Cafer (20). Welatiyên hatine revandin ji gundê Dîkê yê navçeya Racoyê ne.

Heman çavkanî da zanîn ku çeteyan piştî fidye ji malbatên wan kesan stendine, welatiyên revandî berdane.

(şx/c)

ANHA