Zarokan jî bi rengê xwe 4`ê Nîsanê pîroz kir

4 hezar nameyên ku zarokan ji bo Rêber Abdullah Ocalan nivîsandibûn, hatine komkirin û wê di demeke nêz de bibin pirtûk. Zarok di nameyên xwe hezkirina xwe ji bo Rêber Abdullah Ocalan nîşan didin.

Zarokan jî bi rengê xwe 4`ê Nîsanê pîroz kir
Zarokan jî bi rengê xwe 4`ê Nîsanê pîroz kir
Zarokan jî bi rengê xwe 4`ê Nîsanê pîroz kir
Zarokan jî bi rengê xwe 4`ê Nîsanê pîroz kir
Zarokan jî bi rengê xwe 4`ê Nîsanê pîroz kir
Zarokan jî bi rengê xwe 4`ê Nîsanê pîroz kir
Zarokan jî bi rengê xwe 4`ê Nîsanê pîroz kir
3 nîsan, 2023   12:14
QAMIŞLO

Komîteya Şilêr a Zarokan bi minasebeta rojbûna Rêber Abdullah Ocalan (4`ê Nîsanê) encamên qonaxa yekemîn a hemleya xwe ya komkirina nameyên zarokan ji bo Rêber Abdullah Ocalan ragihand.

Komîteyê têkildarî mijarê li bexçeyê li pêşiya avahiya Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê ya li bajarê Qamişloyê bi amadebûna bi dehan zarokan daxuyaniyek da.

Li cihê daxuyaniyê nameyên bi zimanê erebî û kurdî yên ku bi gulan, rengên kesk, sor û zer hatibûn xemildandin, hatin danîn. Li kêleka tabloyên wêneyên Rêber Abdullah Ocalan ên ku zarokan xêz kiribûn û beşdarî pêşangeha `Hûn nikarin roja me tarî bikin` ya Komîteya Şilêr bibûn, hatin pêşandan.

Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveber a Komîtey Şilêr Jûliya Xelo ve hat xwendin

Jûlya diyar kir ku hemle di 14`ê Sibatê de hatibû destpêkirin û ev agahî parve kirin: “Di qonaxa yekemîn de nêzî 4 hezar name hatin komkirin. Di qonaxa duyemîn a hemleyê de wê nameyên hatine komkirin bibin pirtûk. Name bi hevkariya rêveberiyên dibistanan ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin komkirin.”

Piştî ku daxuyanî hat xwendin, zarokê bi navê Şiyar Elî (12) ê ji bajarê Qamişlo, nameya xwe ya bi zimanê erebî xwend.

Şiyar di nameya xwe de xemgîniya xwe ya ji ber girtina Rêber Abdullah Ocalan û hêviyên xwe wiha tîne ziman: “Rêber Abdullah Ocalan, ey rêberê tekoşer. Girtina te gilokeke ji agir di hinavê me de çandiye. Ez li hêviya wê rojê me ku te tê de saxlem bibînim, ez ji dûr ve heybeta te dibînim û gotinên te yên ku me rihet dikin dibhîsim.”

Nameyeke din a zaroka bi navê Solîn Mihemed (16) a ji navçeya Çilaxa, ya bi zimanê Kurdî jî hat xwendin. Naveroka wê nameyê wiha bû: “Piştî rêz û silavan, ez şagirteke Kurd im, refa 10`ermîn im û ji Rojavayê Kurdistanê me. Min dixwest vê nameyê diyarî te bikim, tê de hezkirina xwe nîşanî te bidim.”

(sb/c)

ANHA