Beriya civîna çaralî tevgerên dîplomatîk zêde dibin

Li Moskovê amadekariyên lidarxistina civîna çaralî bi tevlêbûna cîgirên wezîrên karên derve yên Sûriye, Tirkiye, Îran û Rûsyayê, dest pê kirin.

Beriya civîna çaralî tevgerên dîplomatîk zêde dibin
3 nîsan, 2023   12:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Çapemeniya hikumeta Şamê ragihand ku di çarçoveya amadekariyên lidarxistina civîna çaralî ya di Rûsya, Tirkiye, Îran û Rûsyayê de ku çaverê ye sibehê li Rûsyayê li dar bikeve, şandeya Sûriyeyê û ya Îranê îro li Moskovê dest bi dan û standinan kir.

Dan û standin li balyozxaneya Sûriyeyê ya li Moskovê bi beşdariya balyozê Sûriyeyê yê Rûsyayê û bi serokatiya Dr. Eymen Sosan û şêwirmendê peyabilind ê wezîrê karên derve yê Îranê Dr. Beşar El Caferî dest pê kir.

Beriya destpêkirina civînê, serokê şandeya hikumeta Şamê Eymen Sosan eşkere kir ku bidawîkirina hebûna leşkerî ya Tirkiye li ser axa Sûriyeyê û têkoşîna li dijî terorê û rêgirtina li pêşiya destwerdana kar û barên Sûriyeyê, dê mijarên sereke yên civînê be.

Şande dê di 3`yê Nîsanê de şêwirên dualî bi Rûsya û Îranê re li dar bixe, beriya ku sêşemê tev li civîna çaralî bibe.

Rojnameya El Watan a nêzî hikumeta Şamê jî ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên dîplomatîk, eşkere kir ku civînên pêşîn û bidestxistina encamên erênî girêdayî helwesta Tirkiyeyê ya li hember şertên Şamê ye.

`ŞAMÊ ŞERT DANÎN; DIVÊ ENQERE DAXUYANIYEKE ZELAL BIDE`

Li gorî çavkaniyan, ji bo ku daxuyaniyeke hevbeş were dayîn, divê Tirkiye rêgezên ku Şamê diyar kirine, pêk bîne, di serî de jî vekişîna ji axa Sûriyeyê.

Heman çavkaniyan diyar kir ku rêgezên ku Şamê destnîşan kirine, ne şert in lê belê pêwîst in, ji bo ku xeta normalîzekirinê bi ser bikeve.

Çavkaniyekî li Moskovê, ragihandibû ku hemû şande gihaştine Moskovê û ji bo lidarxistina civîna çaralî, dê dest bi dan û standinan bikin.

Cîgirê wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Burak Akçapar, cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov, şêwirmendê kar û barên siyasî yê wezîrê karên derve yê Îranê Elî Asxer Hacî û cîgirê wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Eymed Sosan dê tev li civîna çaralî bibin.

(şx)