Xelatên Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol hatin dayîn

Mîhrîcana Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol bi belavkirina xelatan bi dawî bû.

2 nîsan, 2023   16:31
QAMIŞLO

Mîhrîcana 6ʹemîn a Şehîd Yekta Herekol 27ʹê Adarê bi dirûşma "Şano derbirîna mozayîka gelan e" dest pê kiribû. Mîhrîcan îro bi belavkirina xelatan li komên beşdar bi dawî bû. Bi sedan şênî, hunermend, nûnerên rêxistinên sivîl û tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî mîhrîcanê bûn.

Di serî de hevseroka Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sumeye Mihemed, mîhrîcan li Rêber Abdullah Ocalan û şehîdên tevgera çand û hunerê pîroz kir.

Sumeye Mihemed got: "Piştî bêhtirî 4 mehan ji amadekariyan em îro mîhrîcana ku hemû pêkhate tê de beşdar bûn, bi dawî dikin. Bi taybe em bi beşdariya koma şanoyê ya ji Rojhilatê Kurdistanê jî kêfxweş in.ʹʹ

Hunermend Pêşwa Remezan bi zaravayên kurmancî û soranî stran gotin. Her wiha şanoya kurt a bi navê ʹGelo te kes kuştʹ  a derhêner Xelîl Tehlo û nivîskar Ebdulfetah Qelacî hat pêşkêşkirin. Koma Şehîd Welat a dîlanan jî hunerên xwe pêşkêş kirin.

Di mîhrîcanê de rapora komîteya nirxandinê ya der barê mîhrîcanê de hat xwendin. Di raporê de îşaret bi beşdarbûna balkêş a jinan a ji bo mîhrîcanê hat kirin. Her wiha heta gotin ku li şûna wergerandina tekstan divê girîngiyê bidin nivîsên ciwanên herêmê. Li ser wê esasê, komîteya nirxandinê biryar da ku mîhrîcana bê li ser 2 dikan û di demên cuda de were lidarxistin da ku derfeta beşdarbûnê li ber hemû koman bê vekirin û dîkor û ronahî baş werin amadekirin.

Di dawiyê de xelat hatin dayîn.

Şanoya ʹKoça bazên bejahîʹ wek teksta herî baş hêjayê xelatê hat dîtin, xelata sînografyayê ji bo komîteya şopandinê hat dayîn.

Her wiha xelata baştirîn lîstikvanê rola yekem ji bo lîstikvanê rola Dilcan Oso û baştirîn rol ji bo zarok bi navê Mîran Elo û baştirîn lîstikvana rola duyem ji bo Sema Zîlan  û rola yekem ji bo Îzdîhar Tahir hatin dayîn.

Xelata baştirîn derhênerî jî bû para derhênerê lîstika ʹBiborînin Mem û Zînʹ, Mihyedîn Arslan û xelata baştirîn lîstik jî ji bo lîstika ʹBerf jî diêşeʹ hatin dayîn.

Her wiha komîteya nirxandin û temaşekirinê xelateke taybet da koma  Kaya ya ji Rojhilatê Kurdistanê. Her wiha Kongra Star jî  xelat da heman komê.

(mh)