​​​​​​​Dewleta Îranê di mehekê de 14 kes bi darvekirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku dewleta Îranê di meha Adarê 14 kes bi darvekirin û ji bo gelek kesan cezayê darvekirinê hatiye pejirandin ku hîna nehatiye pêkanîn.

​​​​​​​Dewleta Îranê di mehekê de 14 kes bi darvekirin
2 nîsan, 2023   16:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê bi daxuyaniyekê bîlançoya meha Adarê ya binpêkirinên dijî mafên mirovan ên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ragihand.

Li gorî bîlançoyê, di meha Adarê de 14 kes hatine bi darvekirin û cezayê darvekirinê ji bo gelek kesan hatiye pejirandin ku hîna nehatine pêkanîn.

Her wiha li gorî medya navxweyî jî, tenê di meha borî de Îran ji bo zêdetirî 20 kesan cezayê darvekirinê pejirandiye ku hîna hinek ji wan nehatiye pêkanîn.

Di daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê de hate diyarkirin ku di heman mehê de ji bo 37 kesan biryara girtinê hatiye dayîn, ji vê hejmarê jî ji bo 13 kesan cezayê darvekirinê hatiye dayîn ku di nav de 4 jin hebûn ku cezayê girtîgehê li wan hatibû birîn.

Di beşa daxuyaniyê ya li ser kolber û kasibkaran de jî hate destnîşankirin ku bi gulebarana raste rast ya leşkerên Îranê 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne, her wiha di encama teqîna mayînan de jî 2 kes bi giranî birîndar bûne.

Rêxistinê ragihand ku her di çarçoveya berdewamiya siyaseta sîstema Komara Îslamî ya Îranê ya ji bo tûnekirina gelê Kurd ê li Rojhilatê Kurdistanê de, 6 kes bi gulebarana raste rast jiyana xwe ji dest dane û girtiyek ji ber tedawînekirinê jiyana xwe ji dest da.