Zarokê di bîrê de wer bibû jiyana xwe ji dest da

Zarokê bi navê Salih Ebdo Mihemed ê duh li gundekî Kobanê di bîrê wer bibû, hemû hewldanên rizgarkirina wî bi ser neketin û jiyana xwe ji dest da.

Zarokê di bîrê de wer bibû jiyana xwe ji dest da
2 nîsan, 2023   06:40
KOBANÊ

Duh li gundê Dîhaban ê rojhilatê Kobanê, zarokê bi navê Salih Ebdo Mihemed di bîra ku kûrahiya wê 120 metre ye, wer bû û di kûrahiya 50 metreyan de asê ma.

Piştî ku hemû hewldanên rizgarkirina wî bi ser neketin, Salih di saetên derengiya şevê de ji ber kêmbûna oksejînê jiyana xwe ji dest da û piştî nîvê şevê cenazeyê wî ji bîrê hat derxistin.

(şx/c)

ANHA