'Komkujiya Cindirêsê berdewama siyasetên guhertina demografîk e'

Jinên Ereb ên ji Reqayê Komkujiya Cindirêsê şermezar kir û destnîşan kirin ku ev sûc di çarçoveya siyasetên koçberkirin û guhertina demografîk ên li herêmên dagirkirî de pêk hatiye.

'Komkujiya Cindirêsê berdewama siyasetên guhertina demografîk e'
2 nîsan, 2023   06:48
REQA-ELA EL ELÎ

Li hember Komkujiya Cindirêsê ya ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve li dijî welatiyên Kurd pêk hatî û 4 ferdên malbatekê hatine qetilkirin, bertekên tund derketin. Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxwaza hesabpirsîna ji berpirsên komkujiyê û qewitandina dagirkeran ji axa Sûriyeyê kir.

Berdevka Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbyayê Xod El Îsa komkujî şermezar kir û sersaxî ji malbata şehîdan re xwest.

Xod bal diyar kir ku komkujî hemwextî rewşa erdhejê pêk hatiye û wiha dom kir: “Çima ev sûc li dijî Kurdên li Efrîna dagirkirî pêk hat? Piştî erdhejê me dît çawa dagirker nêzî gelê me bûn.”

Xod anî ziman ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê bira ne û wiha got: “Lê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê cudahiyê dixin navbera pêkhateyan da ku herêmê ji xwecihên wê vala bikin û Kurdan tune bikin.”

Xod bang li rêxistinên hiqûqî û rêxistinên mafên mirovan kir ku hesab ji sûcdaran bipirsin.

Endama Desteya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbyayê Nisrîn El Hesen jî sûcên çeteyên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd, şermezar kir.

Nisrîn El Hesen destnîşan kir ku Komkujiya Cindirêsê berdewama guhertina demografîk a li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye.

ANHA