​​​​​​​Leşkerên Tirk li Amedê ciwanekî Kurd qetil kir

Leşkerên dewleta Tirk a dagirker li navçeyeke Amedê ya Bakurê Kurdistanê girtin ser malekê, îşkence li ferdên malê kir û Mîkaîl Ekîncî yê bavê 3 zarokan qetil kir.

​​​​​​​Leşkerên Tirk li Amedê ciwanekî Kurd qetil kir
2 nîsan, 2023   06:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ajansa Mezopotamyayê (MA), leşkerên Tirk li mezrika Gulabaxça ya gundê Bistinê yê Çinara Amedê welatiyê Kurd ê bi navê Mîkaîl Ekîncî ku 28 salî û bavê 3 zarokan bû, qetil kir.

Hate ragihandin ku gelek leşkeran bi hinceta ku der barê Ekîncî de biryara girtinê heye, avêtin ser mezrikê. Leşkeran deriyê mala Ekîncî şikandin û tahde li ferdên malê kirin. Hat îdiakirin ku di dema avêtina ser malê de Ekîncî guh li îhtarê nekiriye û leşkeran jî ew qetil kirin. Ekîncî piştî karên otopsiyê li goristana mezrikê hat veşartin.

 Hat diyarkirin ku biryara girtinê ya Ekîncî, ji ber bûyereke di sala 2021'ê de bûye.

(c)