​​​​​​​Li Reqayê ji bo malbatên hewcedar pêngavên hevgirtinê

Bi destpêkirina meha Remezanê re ciwanên Reqayê ji bo alîkariya bi hewcedaran re pêngavên hevgirtinê dan destpêkirin.

​​​​​​​Li Reqayê ji bo malbatên hewcedar pêngavên hevgirtinê
31 adar, 2023   07:12
EYN ÎSA

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi destpêka meha Remezanê re pêngavên hevgirtin û piştevaniyê hatin ragihandin.

Li Reqayê ciwanan pêngavek ji bo alîkariya bi malbatên hewcedar re da destpêkirin. Berpirsên pêngavê yên li bajarokê Til Semin ê gundewarên bakur ê Reqayê diyar kir ku bi hatina meha Remezanê re malbatên hewcedar nikarin qûta xwe peyda bikin. Her wiha destnîşan kir ku armanca wan ji vê pêngavê ew e ku li gel rewşa aborî ya zehmet destekê pêşkêş bikin û hevgirtinê xurt bikin.

Pêngava bi navê "Fitarê kesên birojî" ya ku ji aliyê ciwanên Reqayê ve hatiye desptêkirin, li gelek deverên Reqayê dewam dike.

Di çarçoveya pêngavê de pere û xurek li hewcedaran tên belavkirin. Rojane derdora 25 heta 50 malbat ji van alîkariyan sûdê werdigirin.

(bb)

ANHA