​​​​​​​ʹAgirê Newroza Cindirêsê berdewama berxwedana gelê Kurd eʹ

Ehmed Xoce got, meşaleya Newroza Cindirêsê berdewama berxwedana gelê Kurd e û diyar kir ku Itîlaf û ENSKʹê berpirsê sûcên li dijî Kurdên li Efrîna dagirkirî ne.

​​​​​​​ʹAgirê Newroza Cindirêsê berdewama berxwedana gelê Kurd eʹ
31 adar, 2023   06:28
KOBANÊ

Têkildarî komkujiya ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker di şeva Newrozê de li Cindirêsê pêk anîbû û nêzîkatiyên ENKSʹê, endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoce ji ANHAʹyê re axivî.

Ehmed Xoce diyar kir ku ruxmî hewldanên ji sedên salan ve yên vemirandina agirê Newrozê, şehîdên komkujiya Cindirêsê bi agirê ku vêxistine îsbat kir ku berxwedana Kurdan dewam dike û tu carî serî ji dewleta Tirk a dagirker re natewînin.

Ehmed Xoce anî ziman ku Îtîlaf û ENKSʹê berpirsên rijandina xwîna gelê Kurd ê li Efrînê ne û wiha pê de çû: "Îtîlaf û ENKSʹê bi salan digotin ku ew ê Efrîn ji PYDʹê rizgar bikin. Encamên vê yekê îro xuya dibin! Ev her du kom sûcdar in, qirkirina etnîkî li dijî Kurdên resen ên li Efrînê pêk tînin. Li Efrînê dar, kevir û her tişt tên wêrankirin.  Îtîlaf û komên girêdayî wê bi navên şoreşê derbasî herêman dibûn û îdia dikirin ku ew ê rewşa herêman biguherin. Lê tişta ku em li herêmên dagirkirî dibînin hovîtiyek e. Her kesên ku li herêmên dagirkirî dijîn, li pêşberî mirin, revandin, talankirin, dizî û hemû sûcan rû bi rû ne. Gelê herêmê êdî rastiya Îtîlaf û ENKSʹê nas dike."

Endamê Desteya Rêveber a PYDʹê Ehmed Xoce bal kişand ser guhertina demgorafî ya li herêmên dagirkirî û wiha dawî li axaftina xwe anî: " li gel sûcên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd, hin dewlet wek Qeter û Kuwtê bi navê alîkariyên mirovî destekê didin guhertina demgorafî û dixwazin koka şêniyên resen ên Efrînê rakin."

(dm)

ANHA