Careke din Îsraîlê êrişî derdora Şamê kir

Careke din Îsraîlê gundewarên Şamê bombebaran kir, lê tu agahiyên li ser windahiyan bi dest neketin.

Careke din Îsraîlê êrişî derdora Şamê kir
31 adar, 2023   06:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî leşkerî ji ajansa bi ser hikumeta Şamê ve got saet di 12:17′an de piştî nîvê şevê Îsraîlê bi moşekan ji Colanê ve nuqteyeke li gundewarên Şamê bombebaran kir.

Çavkanî da zanîn ku pergala parastina asîmanî bersiva êrişî da û çend moşek xistin xwarê, her wiha hin zirarên madî çêbûn.

Şahidan ji Reutersê re got wan dengê 3 teqînên mezin li Şamê bihîstine.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê jî, da zanîn ku Îsraîlê nuqteyên leşkerî yên hêzên Şamê û komên alîgirê Îranê li herêma di navbera Qeten û Cidêdet Ertos a li başûrê rojavayê Şamê de hedef girt. Di encamê de dengê teqînên li du hev ji herêmê hatin bihîstin ku depoya çekan teqiya. Lê moşekên parastina hewayî ya Sûriyeyê moşekeke Îsraîlê xiste xwarê. Lê tu agahiyên li ser windahiyan bi dest neketin.

Di nava 24 saetan de ev êrişa duyemîn e û ya 6′an di Adarê de ye, her wiha ji destpêka îsal vey a 8′an e.

(fr)