ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-03-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-03-2023
30 adar, 2023   23:00

- Endamên Yekitiya Jinên Ciwan û jinên ji rojavayê gundewarên Dêrazorê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi tecrîdê hewl dide vîna gelê herêmê bişikîne. Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku li gorî rêgezên xwe kar bikin û fişarê li dewleta Tirk a dagirker bikin ji bo ku Rêber Abdullah Ocalan serbest berde. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryara KCK`ê ya dirêjkirina biryara bêçalakiyê heta hilbijartinên li Tirkiyeyê, wek helwesteke rast, demokratîk û aştiyane nirxand. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hemdan El Ebid bal kişand ser hewldanên herêmî û erebî yên normalîzekirina têkiliyan bi hikumeta Şamê û got: "Ev pêşketin nakevin xizmeta berjewendiyên gelê Sûriyeyê û çareserkirina aloziyê.ʹʹ El Ebid ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê banga diyalogan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ehmed Xoce got, meşaleya Newroza Cindirêsê berdewama berxwedana gelê Kurd e û diyar kir ku Itîlaf û ENSKʹê berpirsê sûcên li dijî Kurdên li Efrîna dagirkirî ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Divê girîngiya Newrozê ya ji bo Kurdan, li gel rewşa şer a Kurd tê de, were nirxandin. Gelê Kurd kevneşopa berxwedanê ya ku bi çîroka mîtolojîk a Newrozê re derketiye, hê jî didomîne. Dastana Kawayê Hesinkar sembola serhildana li dijî zilm û zordariyê ye û îro cihê xwe ji Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan û gelek lehengên Newrozê re hiştiye.

CIVAK Û JIYAN

- Navenda Lêkolînan a Firatê lêkolînek li ser sedemên zêdebûna qirêjiya jîngehê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Rêveberiya Xweser re pêşkêş kir, tê de gelek pêşniyarên ji bo pêşîlêgirtina vê pirsgirêkê hene, gelo ji wan pêşniyaran ên girîng çi ne? (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ciwanên Reqayê bi boneya meha Remezanê ji bo alîkariya bi malbatên hewcedar re pêngaveke hevgirtinê dan destpêkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji ber ambargoyê û erdhejê piraniya kargehên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê sekinîbûn. Bi keda Yekitiya Berhemdaran ji sedî 50 kargeh careke din dest bi kar kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

- Serokê Çînê Xi Jinping piştî ku careke din hat hilbijartin, serdana Moskovê kir, têkidlarî qonaxeke nû ya hevkariya herdu welatan lihevkirinek hat îmzekirin. Gelo nîşaneyên vê serdanê çi ne? Armanca hevalbendiya Çîn-Rûsyayê çi ye? (BI WÊNE).

ANHA